. Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Sanayê, Esad biryarnameya ku rê dide pergala pir-partiya erê kir.
Hikûmeta Sûriyeyê di 24’ê tîrmehê de pênûya rê li ber sîstema pir-partî vedike erê kiribû. Piştî ku biryarname ji aliyê Esad ve jî hat erêkirin, divê bikeve meriyetê.
Di biryarnameyê de tê gotin ku divê partiyên bêne avakirin xwe nespêrin ol û eşîretan, divê li gorî peymanên navnetewî be û divê li gorî peymanên navnetewî rêz ji wan partiyan re were girtin. Her wiha tê gotin ku divê bi tu awayî têkiliya partiyan bi leşkerî an jî paramilîteriyê tune bin. Divê rêgez, armanc û çavkaniyên sermayeya wan diyar bin.
Ji 15’ê adarê ve, rejîma Esad gelek caran li hemberî xwepêşandan biryarên reforman da, lê xwepêşandan ranewestan. Di 31’ê Gulan û 21’ê Pûşperê de du caran efûya giştî hat îlankirin. Heta niha nayê zanîn ka ev biryar di meriyetê de çi qas hatine pêkanîn.
Li gor sazî û rêxistinên mafê mirivon, ji 15’ê Adarê ve zêdetirê 1600 kesên sivîl, 370 hêzên ewlekariyê hatine kuştin. Nêzî 12 hezar kes hatine binçavkirin û zêdetirê 3 hezar kes jî winda ne.
ŞAM