Tirkiyeya ku wekî çav bi qelaxeke ketî jî nota da Şamê.
Rayedarek rejîma Sûriyeyê ji ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriye SANA’yê re daxuyand û got ku ji çareseriya pirsgirêka diqewime dikare bi Yekitiya Ereb re çarçoveyek guncav bê xêzkirin. Rayedar derbirî ku ji ber encamên krîza li Sûriyeyê dikare ewlehiya neteweyî biheje û xebata hevpar a ereban dê zerar û ziyanek mezin ji vê yekê bibîne û ragihand ku rêveberiya Sûriyeyê bi daxwazên cur bi cur banga civîna lezgîn li Yekitiya Ereb kiriye.
Li gor nûçeya SANA’yê rayedarê Sûriyeyî daxwazên rejîmê wiha rêz kiriye: “Divê civîna ereban a awarte bê lidarxistin û dê destpêkê li ser riyên çareseriya qeyrana Sûriyeyê bê rawestîn û dê encamên vê qeyranê li ser rewşa ereban bên nirxandin... Pêş 16’ê vê mehê hatina Desteya Lîga Ereb dê li Sûriyeyê bi kêfxweşî bê pêşwazîkirin. Divê ev desteya, tiştên li Sûriyeyê diqewimin bi çavên xwe bibînin û lêkolîna pêk bînin û ji bo xalên rêkeftina navbera rêveberiya Sûriyeyê û Yekitiya Ereb bên cibicikirin, ji aliyê Sûriyeyê re bibe alîkar. Her wiha divê di serî de sekreterê giştî, divê Desteya Giştî ya Lîga Ereban ji bo pêşniyarana bên cibicikirin demildest bikevin nava liv û tevgerê...”
Rejîma Tirkiyeyê êrîşên li dijî balyozxane û konsolxaneyên li Sûriyeyê şermezar kir û biryara karmend û malbatên li nûnertiyên wê yên dîplomatîk û konsolî kar dikin dê vebikişîne girt.