Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esad li ser peymana avakirina herêma tampon a li Idlibê got, ‘ne domdar e’ û ew ê li herêmê kontrolê bi dest bixin.
Li gorî ajansa dewletê Sanayê, di axaftina komîteya navendî ya partiya Beas de Esad got, “peyman tevdîreke demkî ye” û rejîmê wiha puanên xwe zêde kirine.
Esad gotiye, “Ev bajar û herêmên din ku hê jî di dest terorîstan de ne, wê li dewleta Sûriyê vegerin”. Tê gotin Esad bi gotina ‘terorîst’ amaje bi avaniyê çete El Nusra û DAIŞ‘ê kiriye ku Rojavayî ji wan re ‘muxalif’ dibêjin, bi rengê ‘cîhadîst’ wan disinifînin.
Têkilî krîza Idlibê di navbeyna Rûsya û Tirkiyê de 17’ê Îlonê lihevkirinek çêbûbû ku li gorî vî bi berfirehiya 15-20 kîlometreyî herêmeke tampon a ji eskeran xalî were avakirin. Ev herêm wê di navbeyna qadên bi kontrola rejîmê û komên çete were avakirin.
El Nusra kontol dike
Hate gotin, çeteyên bi desteka Enqerê çekên giran ên di dest wan de ji herêmê vedikişînin û li gorî peymanê, ev divê heta 15’ê Cotmehê bi dawî bibe. Çi jêdereke serbixwe ku çavdêriyê li vekişandina çekan dike, tine. Heyet Tahrîr El Şam ku ji hêla El Nusra ve hatibû avakirin û pirraniya herêmê bi kontrola wan e, hê bi zelalî helwêsta xwe diyar nekiriye. Lê tê zanîn ku bi hevkarê xwe Enqerê re dide û distîne. Li herêma ku jê re tampon tê gotin 70 ji 100‘î bi kontrala El Nusra ye. Li gorî peymanê divê ev avaniya çete ji herêmê derkeve.
Idlib ji çar meydanan yek jê bû ku beriya bi salekê bi rengê deverên bê şer hatibû ragihandin. Di vê demê de sê herêmên din ketin bin kontrola rejîmê. Tenê Idlib ma. Rejîma Sûriyê gotibû peymana Idlibê jî bi çarçoveya herêmên bê şer a beriya niha hatiye kirin û dibêje, kontrola Idlibê jî wê bikeve dest rejîmê.
ŞAM