• Ferhad straneke hard rock bi dengê zirneyê beste kiriye ji bo Enfalê; di stranê de ew dibêje: Niha ez ew kurê dikene me. Hûn nikarin min bi saxî veşêrin.

Ferhad Bandeş (Farhad Bandesh) yekê din ji penaberên Kurd ên li Awusturalyayê ye ku têkoşina xwe ya li dijî girtina penaberan û êşa xwe ya girtîbûnê vediguherîne huner. Ferhad Bandeş li Broameadowsê, li navendeke girtina penaberan a transît a bi navê MITA girtîye. Hîna nû Nîsanê ew ji Mantra Hotel a li Melbournê birine vê kampa girtî ya penaberan. Tîrmeha li pêşiya me wê 7 salên wî yên girtî temam bibin. Derebin Librairies îro dbe mêvandarê pêşangeheke wî ya şêwekariyê ya bi navê Freedom-an art exhibition by Farhad Bandash (Azadî-pêşangeheke hunerî ya Ferhad Bandeş). Pêşangeh înîsiyatîfeke rêxistina civaka sivîl Northsiders with Refugees e.

Sînorê kampa Ferhad îro lê girtî ye, çemê Yarra ye. Ev çem, çemên Rojhilatê Kurdistanê tîne bîra Ferhad. Ferhad dema li Kurdistanê xort bû, ji bo ku kzwanan berhev bike diçû çiye, tevî hevalan şeva xwe li çiyê jî dibihurand û li dengê ava çeman dihisand. Ew ji vî dengî re dibêje stranên avê. Gava 15 salî bû, pêşî ew li gîtar û tenbûrê dixe. Paşê ji ber ku kêfa wî jê re tê, xwe fêrî xetatiyan nivîsa Kurdî dike. Ji bo ku debara xwe jî bike, li cem zêrkerekî dişixule. Paşê jî bi xwe dest bi çêkirina gîtaran dike.

Piştre ew li ber neheqiya li dijî Kurdan a li Rojhilat radibe, hevkariyê bi muzîkjen, şair û nivîskarên Kurd re dike; êdî navê şêr li ferhadî dikin. Lê berdêla vê heye, ew neçar dibe welatê xwe bi cih bihêle Nîsana 2013’an. Wî xwe gihand Jakartayê û bi mehan li benda keştiyekê ma da kku wî bibe Awusturalyayê. Ha hingê wî dest bi xêzkirinê kir. Gava ku Tîrmeha wê salê ew gihişt Christmas Islandê, wî dixwest xêzkirinê dewam bike, lê nekarî xwe bigihîne materyalan. Ji wir jî wî dibin hepsa penaberan a li Girava Manus. Ew wiha behsa hingê dike: “Diviyabû ez xêz bikim û mûzîkê bikim da ku êşa xwe ji bîr bikim û dîn nebim.”

Qelem û kaxez nedanê

Demekê paşê wî karî bikeve dersên resmê yên jineke Awusturalyayî dayîn. Wî ji vê jinê doza qelem û kaxezan kir da ku karibe xêz bike, lê wê ev materyal nedanê: “Wê ew piştî ku ders bi dawî bûn bi xwe re dibirin. Ev weke ê,skenceyê bû ji bo min.” Gava u wî destûr wergirt kaxez û qeleman wergire jî gardiyanan bi ser cihê wî de girtiye û jê stendine: “Ew bi me dilîstin, em ceza dikirin”.

Piştî gelek lave û daxwazan firçe û reng hatin; lê ew jî tenê di dema dersa huner de. Yek ji resmên wî yên pêşî li Girava Manus jî ji hingê maye; bi rengên avî wî kurekî Kurd ê ji ber êri,sa DAIŞ’ê sêwî mayî xêz kir: “Min wêne di înternetê de dît û dilê min ji bo miletê min şewitî.” Wî resmê Alan Kurdî jî xêz kir hingê.

   

Lê ew ji hepsa penaberan nehat berdan. Gelek penaberên ku hêviya wan nema hewl da xwe bikujin, hinan xwe kuşt. Rayedaran jî gelek caran êriş birin ser wan. Ha ji hingê resmên nemana hêviyê hene, yên qiqên seriyan, ezmanên hêrsbarkirî, daristanên dişewitin: “Qoqê seriyan ez im. Ez wisa hizirîm; beriya min berdin, ez ê bimirim. Em dar bûn ku ji bo mirinê em kiribûn rêz û şewatê em dabûn ber xwe.”

Ji bo wêneyê dara birî û kat dayî ew dibêje, “Wan xwest min bibirrin, bin bişikînin, lê vane pelên heşîn dîsa didin der, kat didin ji qurmê darê. Ew nikarin me birûxînin.”

Hûn nikarin me bi saxî veşêrin

Gava ku par ew ji giravê birine Melbournê hêvî pê re çêbûye: “Min got qey ew ê min berdin, ez ê bikevim nava civakê. Belkî pêşangehekê vekim, konserekê bidim. Ez li vir bûm, li Melbournê, lê ez ne li vir jî bûm. Weke xewnekê bû, lê ez dîsa jî di hepsê de bûm.”

Karê wî berê xwe da aliyekî din, wî xwe li tiştên nû ceriband. Wî tûtî, tawis, gerstêrk, kulîlkên agir girtî wan mucered rengandin û navê “Galaksiya Bandeş” li wan kir: “Li pişta resman çîrokeke heye – kesekî din dikare wan şirove bike, tiştan bibîne, tiştên ku şêwekar bi xwe jî bi wan nizane. Her,cî ez im, ez dixwazim xwe îfade bikim û ji bîr bikim ku ez hîna jî di hepsê de me. Reng enerjî ye. Ew min radike ser piyan.”

Resma wî ya herî dawî li ser şewatên deviyên Awusturalyayê ye: “bi vî rengî min xwest êşa xwe ya ji ber kesera miletê Awusturalyayê îfade bikim.”

Wêneyekê serdema Enfalê heye, tê de gelek kurên tirsiyayî hene, lê kurek berê xwe dide kamerayê û dikene. Ferhad straneke hard rock bi dengê zirneyê beste kiriye ji bo Enfalê; di stranê de ew dibêje, “Niha ez ew kurê dikene me. Hûn nikarin min bi saxî veşêrin. Hûn nikarin me bi saxî veşêrin.”

 

FRANKFURT