Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê diyar kir ku daxuyaniya Esed nîşan dide ku di navbera rejîmên Erdogan û Esed de lihevkirineke veşartî heye û got, “Esad bi êgir dilîze.”

Desteyê bi daxyaniyekê bersiv da Serokê rejîma Baes Beşar Esed.

Desteyê got, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gundewarê bajarê El-Bûkemal ji terora DAIŞ’ê rizgar dikin û wiha dewam kir: “Di heman demê de hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê sîstema demokratîk ku ji bo tevahiya welatiyên Sûriyeyê xewn bû, pêk tînin. Li vê herêmê pêkhate bi xwe nûnerên xwe hildibijêrin û sîstema xwe ava dikin. Ji ber vê çendê daxuyaniya dawî ya Beşar Esed mîna ragihandina şer tê dîtin.”

Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk, da zanîn ku di nava QSD’ê de hemû nasnameyên Sûrî hene û got, “Ji ber vê yekê tenê QSD hêja ye ku bibe dendika avakirina artêşa paşerojê ya Sûriyeyê.”


Sûriye li ber şerekî nû ye

Desteyê ji bo daxuyaniya Esed jî yek ser wiha nivîsî: “Daxuyaniya Beşar Esed tenê tê wateya ragihandina şer. Ew bi êgir dilîze. Kesê ku QSD´ê bi xiyanetê bi nav bike tê wateya ku ew wê hedef digire. Ev jî diyar dike ku Sûriye li ber şerekî nû ye û hemû civînên ku bi navê çareseriyê têne lidarxistin jî tenê rejîm pê demê derbas dike.”

Desteyê îşaret bi hevkarî û li hevkirineke muhtemel a veşartî ya di navbera Esed û Erdogan de kir û got, “Em, hedefgirtina QSD´ê wekî hedefgirtina tevahiya gelên Sûriyeyê û yekîtiya xaka Sûriyeyê dîbinin. Ev helwêsta rejîmê piştgiriyê dide dagirkeriya Tirkiye li Sûriyê ku rojane welatiyên sivîl dide kuştin.

Ji ber vê çendê em ê bang li tevahiya gelên Sûriyê dikin ku ji her demê bêhtir di nava hêzên QSD’ê de cihê xwe bigrin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN