
Şagirtên bajarê Minbicê bi wênexêziyên xwe, êş û azarên koçberan vegotin.
Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Minbicê pêşengehek ji çêkeran destan ên şagirtan û wêneyên ku wan xêz kirine, vekir. Pêşengeh li dibistana Irûba ya bajarê Minbicê hat vekirin û têde çêkerên şagirtan û wêneyan ku wan xêz kirine, hatin pêşandan. Di wêneyan de şagirt rewşa koçberan û êşên wan, vedibêjin.
Di pêşengehê de, Edamên Komîteyê, mamoste û malbatên şagirtan amade bûn. Pêşengeh bi xwendina helbestan ji aliyê şagirtan ve, dest pê kir. Piştre Ehmed El-Mehmûd ku lidarxistina pêşengehê birêxistin kir, anî ziman ku wan di talbloyên hunerî de xweza esas girtin.
Ehmed got ku ew li dibistanê şagirtan fêrî hunera wênexêziyê dikin û wiha axivî: ″Şagirtan bi wêneyên xwe, êş û azarên koçberan vegotin.″
Di dawiya pêşengehê Endamên Komîteya Perwerdeyê, spasiya şargirtan û mamosteyên wan kirin.
n ANHA / MINBIC