Şêx û êlên eşîrên Reqa û Girê Spî bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew li pişt şervanên QSD`ê û projeya demokratîk in û gotin; dewleta Tirk dixwaze projeya ku îradeya gelan temsîl dike, têk bibe.

Hejmarek ji şêx û êlên eşîrên bajarên Reqa û Girê Spî li Qada Elem kom bûn û anîn ziman ku Erdogan bi derew û behaneyan sûc û komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, vedişêre.

Şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Tirî El-Sûan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin, gel bi pêkhateyên xwe hemûyan li pişt hêza tekane ya îradeya gel temsîl dike û parastina deskeftiyên wan dike Hêzên Sûriya Demokratîk  (QSD) e.

 

ANHA/REQA