Ciwanê ku di sala 1980’yî de li bajarê Qamişloyê ji dayik bûye di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re  got ku keda bavê wî di fêrbûna wî de heye, ji ber ku wî herdem piştgiriya Ciwan dikir û bi dilxweşî lê guhdar dikir. Ji kolanê Qamişloyê heta Qahîreya, çîroka Ciwan mezin bû û bal kişand ser ku çawa wî tenbûr û ûda xwe hilgirt û berê xwe da Qahîreyê ji bo xwendina muzîkê.


Bu rêwiyê Qahîrê  

Ciwan der baerê serpêhatiya xwe de wiha diaxive: “Ez li konsereke Nesîr Şeme amade bûm û min ji teknîka wî gelekî hezkir, û li paş konsertê min Nesîr dît û wî ji min xwest ku ez herim Qahîreyê û fêrî xwendina muzîkê bibim."

Nesîr Şem, muzîkjenê Îraqî yê navdar birêveberiya Enstîtuya Beyt El Ûd El Erebî dikir û wî rê da ber Ciwan û alîkariya wî kir da ku bibe mamoste yê mûzîkê.

 Ciwan yekem kes bû ku muzîka Kurdî bi awayekî zanistî li Qahîreyê da xwendin û tenbûr bi dehan şagirtên biyanî da fêrkirin. Ciwan ji sala 2010’an li Swêdê dijî û mala xwe li ber şagirtan vekiriye bo fêrbûna muzîk û teknîka ûd û tenbûrê. 


 AMED