Li Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran a li Girtîgeha Osmaniyeyê girtî ye, heqaret tê kirin û lêgerîna bi tazî lê tê ferzkirin. Gardiyanan her wiha li Baran dan û ew xistin hucreyê.

Keça Suer Baran, Melek Baran û Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Edeneyê parêzer Îlhan Ongor li ser rewşê axivîn.

Melek Baran a 20’ê Hezîranê dayika xwe dîtî, diyar kir ku êşkence li dayika wê hatiye kirin û bedena wê ji lêdanê şîn bûye. Baran got, “Dayika min got, ‘Beriya niha bi hefteyekê em li ber ketina gardiyanên mêr nav cihên me rabûn, lê li me hemûyan dan’. Li gorî gotinên dayika min, piştî vê bûyera lêdanê, dîsa bi rengekî kêfî li wan dane. Ji xwe piştî vê bûyerê me encax carekê hev dîtin. Piştre ew xistin hucreyê.”

Ti xeberê jê nagirin

Baran diyar kir ku carê du hefteyan carekê ew bi telefonê bi dayika xwe re diaxivî û got, “Roja Şemiyê diviyabû bigeriya, lê negeriya. Ez li girtîgehê geriyam, min ji wan pirsî bê çima dayika min telefon nekiriye, lê wan got ‘em nikarin agahiyê bidin’. Sazî û partiyên siyasî divê bala xwe bidin ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê. Rewş bi rastî jî gelekî nebaş e.”

Gelek caran lê dane

Ji ber ku demekê agahî ji Suer Baran nehate girtin, Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor kete nava liv û tevgerê û pêr çû Girtîgeha Osmaniyeyê û Suer dît. Parêzer Ongor li ser hevdîtinê agahî da û got, “Dema ew anîn Girtîgeha Osmaniyeyê, zor lê kirin da ku wê tazî bikin. Jê re gotin, ‘tu terorîst î’ û gelek caran zext lê kirine. Bêguman heqaret jî lê kirine.”

 

ANF/AMED