'Ez li benda kuştinê bûm'
B.S got li Silêmanî ew li şûna bavê wî birine û dema wî çavên xwe vekirine li zindanê bûye û weha pûede çû, "min ji wan pirsî, 'Hûn kî ne' wan jî got ,'Em leşkerên Îranê ne'. Ez gelekî tirsiyam. Piştî wê demê, êdî ez li benda mirinê bûm."
B.S'yê 12 salî got, 7 mehan her roj êşkence li wî hatiye kirin û weha peyivî: "7 mehan ji bilî qetek nanê reş ê zuha ti xwarin nedan min. Ez bi saetan di nava cemedê de dihatim girtin. Pişt re jî av li min dikirin. Ez ji destê xwe dihatim hilawîstin û heta destên min xwînî dibûn ez wisa dihatim girtin. Piştî wê bi rojan min nedikarî ez milê xwe rakim. Piştî êşkenceyan ez bi dermanekî ji xwe dibirim. Ez li erdê dirêj dikirim û bi kêrê birîn li ser laşê min dikirin û bi xwê tuje dikirin. Gelek caran milê min dan ber cilêdan." B.S´yê ji bo fêrbûna cihê bavê wî êşkence lê hat kirin kefaletê tê berdan.
B.S niha di Beşa Psîkiyatrî ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn ya Heremê ya Wanê de tê dermankirin. Malbata B.S ji bo alîkariyê miraceatî Neteweyên Yekbûyî kiriye.
Êşkence li zarokan kir