Piştî çalakiya bombeyî ya li dijî qereqola Durakê/Durê ya li navçeya Colemêrgê Şemzînanê, leşkerên Tirk bi ser gundên li dora vê qereqolê de girt.
Li gundên Tise, Melaya, Helank û Demanê, keyayên gundan jî di nav de 30 kes li meydana gund hatin komkirin. Tîmên taybet ên jendermeyan piştî li gundiyan dan, ew binçav kirin. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk li pêş çavên xizmên wan li 30 kesan dan û piştre bi cerdevanan re gundî anîn navenda navçeyê. Li dû lêpirsîna 3-4 rojan gundî hatin berdan. Lê belê ji ber êşkenceya giran a li wan kirî, ser û çavên wan, rûyê wan, pişt û gelek cihên bedena wan werimîn. Her wiha bi raporên nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku hestiyên du kesan şikestine.
Leşkerên Tirk hê jî dor li gundan girtiye û rêya diçe çar gundan bi kolandina xendekan li çûn û hatinê girtiye. Çûn û hatin li gundiyan hatiye qedexekirin. Ji ber ku rê girtî ne, xwendekar jî nikarin biçin dibistanê.
COLEMÊRG