28 hezar û 500 xanî hilweşiyan. Bi hezaran erdhejokên biçûn li pey hev pêk hatin. Nezî 4 mehan her roj erdhej pêk hatin. Bi 100 hezaran welatiyên ku xaniyê xwe vala kirin neçar man ku berê xwe bidin bajarên din. Bi 10 hezaran welatiyan zivistana 2012-2013'an di nava sermaya herî dijwar di di konên havînê de derbas kirin. Di konan de herî kêm 11 kesên piraniya wan zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan.


Erdogan sozên vala dan

Piştî erdhejê Serokwezîr, Serok Komar, Wezîrên dewletê tev çûn Wanê û soza alîkariyê dan welatiyan. Lê di ser erdhejê re 2 sal derbas bûn jî hêj dewlet û rayedarên hikûmetê soza ku daye welatiyan pêk neanîye. Welatiyên ku 2 sal zêde sebir kirin hêj pirsgirêka wan yê cih û war nehatiye çareserkirin. Welatiyen daxwaza çadir û xaniyan kir, li şûna dewlet konan bide wan bombeyên gazê bi ser wan de barandin. Piştî salekê xaniyên TOKÎ ku li welatiyan belav kirin jî niha xaniyen ku hatine belavkirin bi pirsgirêk in.

Pirsgirêka esnafan
Piştî erdhejê bi hezaran xanî û dikanên esnafan hilweşiyan. Soz da esnafan ku dê bacê ji wan nestîne û pirsgirêkên wan derban bike. Lê niha li gel dikanên esnafan hilweşiya ye û kar nakin jî dîsa bacê ji dikandaran distînin. Esnaf û welatiyên ku ji DÎHA re axivîn pirsgirêkên xwe anîn ziman. Serokê Odeya Kahwevan û Berberan a Erdîşê Muhittin Demîr, anî ziman ku ligel cihê kar û dikanên wan tune jî bi sedan esnaf 2 salin baca dikanan didin dewletê.
Demir, da zanîn ku piştî erdheja wanê esnafên Erdîşê iflas kirine û wiha got: "Ji bo pirsgirêkên esnafan bên çareserkirin êdî tu hêvî û bendewariyên me nemane. Bi sedan esnaf lewheyên wan ê bacê heye. Lê kar tune û vala ne. Bi sedan esnafên biçûk mexdûr in. Hemû sozên hatin dayîn tev hatin ji bîr kirinb AFAD'ê pişti erdhejê li TOKÎ 18 heb kargerî çêkir. Lê ji ber ku ev li dervê bajêrin pirsgirêkên welatiyan çareser nake. Niha bi sedan esnaf lehweyên wan ê bacê heye, lê kar û barê wan tune û dikanên wan hilweşiyane."


ÎDRÎS YILMAZ / DÎHA/WAN