Esker gindirîn newalan
Gerîla TV dîmenê çalakiya 14’ê Nîsanê ya li Bazîdê weşand, ku di encamê de 20 eskerên Tirk hatibûn kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê hingê ev daxuyanî dabû:
“Artêşa Tirk a dagirker pêvajoya derbasbûyî li girekî nêzî qereqola Serêkaniyê ya navçeya Bazîdê ya Agirîyê bi cih bûbû û qereqolek nû ava kir. Hêzên me yên li qadê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de roja 14’ê Nîsanê saet 13’an li dijî leşkerên li ser gir çalakiyeke berfireh lidar xistin.
Hêzên me hemû çeperên li ser gir rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin fermandarê eskeran jî di nav de 20 esker hatin kuştin, gelek esker jî birîndar bûn. Ji ber derbên xurt ên hêzên me gelek eskerên li ser gir, çekên xwe hiştin û reviyan.”
Di dîmenan de xuya dike çawa eskerê mirî, dimire û yên mayî çawa sîlehîn xwe diavêjin û ji ser gir direvin, ya rastî digindirin.