Artêşa Tirk a dagirker ku êrişeke giştî li dijî Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, du rojin hêzeke zêde ya leşkeran dikişîne baregehên Siryê û Girê Biyê. Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên ji herêmê ragihandine, ji 28’ê hezîranê ve gelek wesayîtên barhilgir ên leşkerî ku di nava wan de çekên giran jî hene û hejmarek zêde ya leşkeran sewqî qereqola Girê Biyê ya girêdayî bajaroka Bêgova ya Zaxoyê kirin. Li gorî çavkaniyên şerê taybet, dewleta Tirk hewl dide li dijî gerîlayên PKK’ê bi beşdariya hêzên PDK’ê êrîşek berfireh bide destpêkirin. Ji bo vê yekê jî bi rêya bejahî û hewayî çek û cebilxane, her wiha leşkeran sewqî herêmê dike.
Xelkê Şeladizê serî hildabû
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 7’ê Hezîrana 2019’an Hêzên Xweparastina Başûrê Kurdistanê li dijî qereqola Girê Biyê ya Zaxoyê çalakiyeke bi bandor lidar xistibûn û di encamê de gelek kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêbûbûn.
Welatiyên Behdînan dibêjin, artêşa Tirk careke din ditirse xelq serî li hemberî wan hilde û bibin hedefa Hêzên Xweparastina Başûrê Kurdistanê, ji ber vê bi liv û tevgera leşkerî ya li herêmê şerekî psîkolojîk li dijî xelqê dimeşîne.
ROJNEWS/ŞÊLADIZ