Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî operasyona artêşa dagirker a ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, gelek çalakî hatine lidarxistin. Di çalakiyê de 10 esker hatine kuştin û helîkoptereke Skorsky jî bûye hedef derbên gerîla. Li BAkurê Kurdistanê jî yekîneyeke kontra bi temamî hat îmhakirin. Li Mûşê jî gerîlayan wesaîteke zirxî ya Kirpî îmha kir û derb li du wesaîtên tîpa Akrep xist. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir ku operasyona dagirkeriyê yê artêşa Tirk a dagirker a Tirk a ku di 16’ê Hezîranê de li devera Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên hêzên wan li dijî operasyonê, didomin.

Têkildarî operasyona dagirkeriyê NRÇ ya HPG’ê got, “Di 4’ê Tîrmehê de saet di 09.20’an de hêzên me, yekîneyên dijmin ên li girê Şehîd Munzir kirine hedef. Hêzên me ji 2 milan ve ji nêz ve li gir dan, gelek kozik û konên eskeran hilweşandin. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 9 eskerên dijmin mirine, gelek eskerên dijmin jî birîndar bûne.

Helîkeptora Skorsky ya ku saet di 09.40’an de hewl da eskerên birîndar ji qadê derxîne jî bû hedefa hêzên me. Helîkopter mecbûr ma ku ji qadê dûr bikeve." HPG´ê da zanîn ku heman rojê hêzên wan saet 11.10’an li Qela Bedewê bi çalakiyeke sûîkastê eskerekî Tirk kuştiye.


Yekîneya Kontra hebû êdî nîne 

NÇR ya HPG’ê bi daxuyaniyeke din li ser encamên çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Şirnex û Wanê agahî dan.

HPG´ê got, Artêşa Tirk a dagirker li Qilebanê, li Girê Kurikê Omer û derdora wê , di dema operasyona xwe ya 3’ê Tîrmehê de berê sibehê derb ji gerîla xwarine, lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Gerîlayan 1’ê Tîrmehê jî di navbera gundên Mijîn û Hilal ên Qilebana Şirnexê de yekîneyeke veşartî ya kontrayan xistiye bin kontrola xwe û bi şev saet 22.00’an dor li vê yekîneya ya ji 7 kesan girtiye. Yekîneya ku li ser banga gerîla teslîm nebûyî, di şer de bi temamî hetiye îmhakirin.


Kirpî îmha bû, kobrayan derb xwar

HPG´ê wekî din da zanîn ku 3’ê Tîrmehê danê sibehî 3 wesayîtên zirxî yên li ser riya Wan-Elbakê digeriyan, bûne hedefa hêzên wan. Di çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kîrpî ji binî ve îmha bû û 2 wesayîtên zirxî yên kobra jî derb xwarin. Di çalakiyê de bi qasî ku HPG´ê tespît kiriye, 7 eskerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li aliyê din 26’ê Hezîranê piştî nîşvê şevê artêşa Tirk a dagiker li derdora bendava Ozluce ya Depê ya bi ser Elezîzê bi helîkopter, balefirên şer operasyonek daye destpêkirin. Danê sibehî di navbera gerîlayan û artêşa dagirker a Tirk de şer qewimî û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. HPG´ê da zanîn ku diheman şerî de tegmenek û çawişekî pispor ê artêşa Tirk jî hatine kuştin.

Li aliyê din HPG´ê nasnameya 2 gerîlayên 29’ê Hezîranê li devera gundê Kizilagaç a Kanîreşa ser bi Çewlikê jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir û got, "Di çapemeniya dijmin de hatiye ragihandin ku 5 gerîlayên HPG’ê şehîd bûne. Lê ev îddîa derew e. Di vê êrîşa hovane de ne 5 hevalên me, tenê hevalên em Serhildan û Rodî gihiştine şehadetê.”


 BEHDÎNAN