Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser rêya Tirindê çalakiyeke sabotajê kir. Di çalakiyê de eskerekî Tirk û 2 endamên çeteyên wê yên dagirker hatin kuştin.
HRE´ê li ser çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “7’ê Adarê li ser rêya Tirindê ya ser bi navenda Efrînê, li dijî nuqteyeke kontrolê ya ku esker û endamên koma terorîst a Firqet El Hemzat lê bûn, şervanên me çalakiyeke sabotajê kir. Di encamê de eskerek (-î Tirk) û 2 terorîst hatin kuştin, 2 terorîst jî birîndar bûn. Di encama çalakiyê de nuqteya kontrolê bi giranî îmha bû.”
EFRÎN