Eskerên Tirk ciwanekî Kurd kuştin
Li gundê Qaşqol ê navçeya Elbakê ya Wanê, eskerên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî Kurd kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî gotinê di encama gulebarandina leşkeran de ciwanê 20 salî Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da û Saîm Yilmaz bi giranî birîndar bû. Yilmaz rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê. Cenazeyê Gorur jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Hat diyar kirin ku cenazeyê Gorur ji bo otopsiye wê bişînin Wanê.
Welatiyên herêmê, têkildarî bûyerê gotin, leşkeran gule barandin û di encamê de Gorur jiyana xwe ji dest da. Welatiyan di heman demê de îdîakirin ku Gorur dema zevî av dida û heywanên xwe diçêrand bi şalgerdanê hatiye xeniqandin û dûre gule lê hatiye reşandin.
ANF/WAN