Li mezraya Albucak a gundê Korlu ya 30 kîlometreyî ji navçeya Şaxê ya Wanê dur, dêrên dîrokî wek axûr tên bikaranîn.

Li navçeya Şaxê ya Wanê, bi giştî 36 dêr hene. Bi pirranî qismî wêran bûne û hîna yên li ser piyan mayî jî hene. Li mezraya Albucak a gundê Korlu, di dema ku dibistan tinebû, Dêra Hîşet Azîz Etîenne 5 salan wek dibistana seretayî hatiye bikaranîn û zarokên 35 gundan lê xwendine. Lê dêr dema bêxwedî ma, ji aliyê gundiyan ve wek axûr hat bikaranîn. Her wiha gundiyan êmê sewalan, sergîn, ka û êzing kirin dêrê. Dêra Ermeniyan a li taxa Adnan Menderes jî niha wek mala tenûrê tê bikaranîn.

Leşkeran kir cihê nobetê

Şêniyekî gund jî diyar kir ku berê xelkê dêr tamîr kiriye, xwedî lê derketiye, lê beriya bi 5 salan, dêr ji aliyê eskeran ve weke cihê nobetê hatiye bikaranîn. Şêniyên gund dibêjin, eskeran zirar daye dêrê.