Ji ber ku di qada bazirganiyê de jiyan rawestiya ye di sala 2011'an de 80 esnafan îflas kir û neçar man ku deriyên dikanên xwe bigirin. Pişt Kooperetifa Krediya Esnafan hate vekirin di nava demek kurd de bi sedan esnafan serî li Kooperatifê dan. Lê Kooperatifê bi hinceta tenê 150 hezar TL ji navendê girtiye tenê kredî da çend esnafan. Serokê Odeya Sinhetkar û Esnafan a Colemêrgê Îsmaîl Akboga, nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê rexne kir û anî ziman ku ji bo li Colemêrgê rewşa esnafan baş bibe divê hikûmet pakêtên aboriyê û razemeniyê amade bike û li gorî daxwazên esnafan projeyan amade bikin. Akboga, ta zanîn ku li Tirkiyeyê tenê li Colemêrgê fabrîqe tune û razemenî nayên kirin. Akboga, destnîşan kir ku ji ber hikûmet çavkaniyên aboriyê li herêmê venake û piştgiriyê nade esnafan her ku diçe esnaf tên sînorê îflasê.
Akboga, daxuyand ku ji ber esnaf nikarin mal bikirin û bifroşin bazirganî têk çûye û ji ber rawestina bazirganiyê îflas dikin. Akboga, bilêv kir ku ji ber bazirganî rawestiya ye mehê 10 esnaf îflas dikin û kargeriyên xwe digirin
DÎHA/COLEMÊRG