Li Wanê piştî di 23'e Cotmehê de erdheja hêza wê 7.2 û di 9'ê mijdarê de erdheja hêza wê 5.6 pêl pêk hatin, 644 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. Zêdeyî 25 hezar hezaran avahî hilweşiyabûn. Rayedarên hikûmetê û dewletê li herêmê lêkolîn kiribûn û soza alikariyê dabûn esnafên Wanê. Nûnerên saziyên sivîl jî ne tev li xebamên TOKİ'yê û ne jî tev li xebatên din hatin kirin. Esnafên ku piştî erdhejê ketin bin deynê bac, SSK, ceyran û avê, niha yek bi yek derî li dikanên xwe digirin û perîşan dibin. Piraniya îhaleyên avahiyên TOKÎ li mutahîtên rojava hatin belavkirin. Lê ne mutahîtê wanê û ne gel û karkerên Wanê ji van îhaleyan sûd girtin.
'Kredî dan kesên bi torpîl
Esnafê bi navê Selami Yeşîlbaş, anî ziman ku hikûmet û dewletê soz da gelek welatiyan, lê tu sozên xwe bi cih neanîn.
Yeşîlbaş, anî ziman ku zelzeleyên ku ji aliyê xweda ve bê kirin asayî ye, lê piştî wê divê dewlet sozên xwe bi cih bîne û wiha got: "Dewletê gelek soz dan me, lê sozên xwe bi cih neanîn. Em niha hatine ber deriyê îflasê. Di serî dei KOSGEBê hêvî dan me. Lê niha torpîlê dike û dike yên nêzî xwe. Niha bi hezaran esnaf li ber deriyê îflasê ne. Kesên torpîla wan hebe karê xwe mezin dikim û pêş dixin. Yên din jî îflas dikin."
Esnafê bi navê Nevzat Hamzaogullari jî anî ziman ku di erdhejê de welatî gelekî mexdûr bûn û hêj mexdûriyeta wan nehatiye çareserkirin. Hamzaogullari, da zanîn ku dewlet hate Wanê û soz da wan, lê heta niha tu alîkariya dewletê degihiştiye destê wan û wiha got: "Ji bo piştgiriya kirêdiyê min jî serî li KOSGEB'ê da. Lê ne alîkarî dan me, ne jî bersîve dan me. Hewce bû ku Wezîr û Serokwezîrê Tirkiyeyê ji bo Wanê proje çêkirina. Lazim bû berî her tiştî alîkariyê bide esnafan. Hemû îhale dan mutahîdên xerîb. Me ne ji TOKÎ û ne jî ji tiştekî din sûd girt. Esnaf terkî qederawan kirin.
Ji esnafan Dîlaver Aydemîr, jî da zanin ku ew debara xwe bi mazot, erzaq û qaçaxvaniyê dikin û wiha got: "Em dibînin ku rewşa me û pirsgirêkên em dijîn ne li ser fikar û bala hikûmetê ye. Kar û barê em bikin tune. Lê li aliyê din jî me mecbûrin debara malbatê bikin. Niha em perîşan bûne û em îflas dikin. Êdî em ji qirediyê KOSGEB'ê ne bi hêvî ne.
Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Wanê (VATBO) Feridun Irak, jî anî ziman esnafên di KOSGEB'ê de qeydkirî lazil e KOSGEP ji 30 hezar heta 100 hezar TL bê faîz bide esnafan. Iraq da zanîn ku heta niha 8 hezar û 331 esnafan serî li KOSGEB'ê dane û wiha got: "Ji van kesan tenê 3 hezar û 639 esanfan sûd girtine. Ji sedî 57 esnafan sûd ji kredîyê negirtin.
DÎHA/WAN