Bihuşt bûbû mişexta kenê zarokan. Li ser singa asîmanekî stêrkek ji delaliya eşqa lêvên hûriyan kenê zarokan dizî û xwe diavêt hembêza rasteqîna keda berxwedaneke ku rastî tê de nayê nixûmandin. Hinekan jê li bin siya porê Miştenûra reqreqanî berxwedana Arînan li bêjinga kenê xwe dixist. Hinekan jê bi fêmkirina çavên xwe sena li navê serkeftina YPG’ê dibarandin. Hinekan jê bi berxwedana bihara kenê Bêrîtanan dişikand tîna xwe. Hinakan jê jî ji bayê mizgîniya rojbûyîna azadiya Kobanê li dara miradan direşand. Bi dizîka ji hev re digotin: “Ka bisekine delalê zuwa bûye lêvên min. Dikim bifetisim ku ez bifetisim tuyê jî bifetisî. Ax dê bibe xwîn. Asîman dê reşahiya xwe girêde. Ewr dê rûyê xwe bi hêsirên xwe bişû. Stêrk dê rûyê xwe bidin ber lapûşkan. Ger ku em bijîn mirin dê bimire. Ku mirin bimire deşta demsalên stêrkên me dê bijî. Xuşexuşa hêviyên bayê tirsê dê bireve ji derguşa bayê ecelê. Zimanê xwe dê bixwe ji birçînan. Li dîwanê poşmaniyê dê bixe serê xwe. Şopên xwêdana beyhûde dê birijîne ser çongê Ezraîl. Dengê kenê hêviyên me dê wekî baskên hechecikên Keleha Dimdimê xwe li bin guhên pêlên mirinê bixin.

De îcar kulmek porê xwe bireşîne ser bexçevanê rûyê min. Bila zendbazên te yên Zîlanî li ber barana dilrehmiya gerdenên moriyên Arînê, bi tiliyên Bêrîtanê şeh bike porê agirê qiblegeha Laleşa Nûranî. Bila ji kildanka parêzgeha hêviyên biharên newelidî bide erdê. Bila li ber pêlê bayê sibatê xwe biavêje berojê havîngeha ku ji şîr nehatiye birîn. Bi ruhê vîna berxwedana Kemal û Xeyriyan. Evîna xwe di govikên hinarikên Miştenûrê de diçandin. Li ber şewqabaniya ala rengîn dibûn perwaneya bayê miqedes. Şev li rojan bar dikirin. Bi sond û qesema navê evîna Rêber Apo li ber xwe didan. Li ber gavên berbûyên Viyanên bê hestî şabûna quleteyna hevokên çavkilkirî dikirin. Tu berga serkeftin û li stêrkên ku tîrêjên kenê Semayan ji tava heyvê datîne belav dikirin. Tev bi hev re dibûn lehiya kenê Bêrîtanê û bajarê xelata azadiyê dineqişandin bi mijangên xwe. Tev bi hev re dibûn sergovenda dîlana erbaneya destên derwêşekî bêziman. Tev bi hev re dibûn bablîsok li eniya cengê.

Xwe li bin guhê bayê felekê didan. Mikusên xwêdanên tirsonek didan ber tîrên şervanên mediyan. Li ber bayê zemanê dixistin bêndera dîroka bêrûmetan. Çolistanên ji maran tijî bi ser yecûcan de dibarandin. Bi Nûbihara Ehmedê Xanî, deşta deryayên bêserî di kefa destên felsefeya evînê de kedî dikirin. Dixemilandin û xwe diavêtin ber diranên destarên birînan. Xwe diavêtin hembêza demê didan ber şûran. Nedihiştin ku sosinên li ser Girê Miştenûrê serî li xwe bitewînin û bikevin hiznê. Dibûn per û bask xwe li pozê Miştenûra ku gula vîna zarokên evînê tê de şîn bûye. Ey xelata eşqa azadiyê Wextê ku dengê erbaneyekê hat û mizgîniyek li guhê te reşand… Bizanibe pir bêriya te kiriye Wextê ku tava heyvê hilat û ramûsanên Arînan li ser serê te reng vedan bizanibe em ber bi te ve baz didin Wextê ku venegeriyan, em ê kenê xwe bi rê kin ji kulîlkên te re ey KOBANÊ!


KUTBETTÎN ÇOBAN / Girtîgeha Tîpa T a DÎNARÊ