Frank Walter Steinmeier di hevpeyvînê de rewşa heyî ya Tirkiyeyê qet rexne nekir û heta got, Tirkiye bi çi awayî be jî ji bo wan hevalbendekî girîng e. Steinmeier li ser pirsa tehlûkeya nezikbûna Tirkiyê û Rûsyayê got, "Ez bawer nakim ku dewleta Tirk karibe ji NATO´yê zêdetir, alikariyê ji Rûsyayê bigire. Lewma ez bawer nakim ku Rûsya jê re bibe alternatîvek. Dewleta Tirk endemekî NATO´yê yê pir girîng e. Ev jî divê dewam bike.“
Tişta herî berbiçav di nava hevpeyvînê de Steinmeier navê Kurdan qet hilneda, tevî ku rewşa Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn nirxand. Li ser rewşa dawî ya xeter a Tirkiyeyê ku gelek zanyar û siyasetmedar dibêjin, dewleta Tirk berê xwe daye sîstemeke diktatoriyal, lê belê Steinmeier di hevpeyvînê de ti tişt negot.
FRANKFURT