Mirov dikarê bibêje li nav vê hawar, rev, girî û xwînê, xweşikkirina huner û wêje dê çi bike? Li van rojên ku dê û bav xwarin û avê jî ji zarokên xwe re nikarin peyde bikin, dê çi ji estetîkê bikin?Lê jixwe huner û wêje li rojên wisa zehmet û çetîn derdikevin û rê nîşanî civakan didin. Hunermend û wêjevanên ku navên xwe li rûpelên dîrokê dinivîsin, li rojên ku civak serûbin dibin derdikevin. Bi pêşkêşkirina berhemên xwe yên nemir civakan hişyar dikin. Ew berhemên hêja û resen hemû jî bi rêya estetîkkirinê têne pêşkêşkirin. 

Estetîk felsefeya xwezaya çand, wêje û hunerê ye. Ti berhemên hunerî û wêjeyî bê estetîk di dil û mêjiyên mirovan de cih nagirin. Estetîk bala mirovan dikişînê ser berhemên hunerî û wêjeyî. Bi rêya estekîkê hunermend û wêjevan peyama xwe digihînine mirovan.

Berî ku mirov huner û wêje peyde bikin, zanistî ji wan re biyanî bû û mirov dîlê bûyerên xwezayê bûn. Mirovan, ew bûyerên ku di xwezayê de diqewimîn weke erdhej, şewat, lehî, nexweşiyên komî û wekî din çarenivîsa xwe didîtin. 

Dîroka jiyana mirov ya bi zanîn, bi estetîkê dest pê kiriye. Ji ber ve sedemê, çi eşkere yan jî sergirtî be, di hemû beşên çand, ol û felsefeyê de estetîk heye. Mirovan estetîk pêydekirin û estetîkê jî mirov zana û sipehîkirin û bi pêş ve birin.

Estetîk giyan û bingêhê dîwarê huner û wêje ye. Kaniya kêfxweşiya hest, xeyal, raman û peyvê ye. Hemû berhemên hunerî û wêjeyî bi rêya estetîkê têne hûnandin û dibin berhemên ku mirovan hestiyar dikin. 

Îro pêdiviya mirovan weke mirovên serdema pêşî bi wêje û hunerên nû heye. Wê serdemê mirovan bi naskirina huner û wêjeyê re xwe nas kir. Îro jî pêdivî bi xwenasîna mirovbûnê heye. Huner û wêjeyê zanîna mirovan bi pêş ve bir û mirov kirin xwediyê hestên nazik. 

Li van rojên ku mirovan, mirovbûna xwe ji dest daye, pêdivî bi çandeke nûjen û xweşik heye. Ji ber ku huner û wêje ne tenê li pêşberî bûyerên siyasî her wisa li pêşberî problemên civatê û kesan jî, mirovan dike xwediye hestên nazik.

Mirovan gelek nirxên xwe yên mirovaniyê winda kirine û bûne dîlên dewlemendên ku cîhan kirine nav agirê şer. Ev hêz li gelek cihên dinyayê bi navê Xwedê, ol, nîjad û bîrdozan mirovan bi hev didine kuştin. Her kesî destên xwe kiriye gewrêya cîranê xwe. Mirov ewqasî kor bûne ku li pêşberî kamerayan serê zarokan jêdikin û birûkenî vê hovitiyê weke serketinekê nîşan didin. Lê belê mirov vê wehşetê weke çarenivîsa xwe dibînin. 

Bê serdema pêşî, çawa bi rêya estetîkê mirov perwerde bûn û di nav hemû zindiyan de ku li cîhana me dijîn, bûne yên herî zana û têgihiştî; bi vê rêyê xezînên derve û yên di hindur de veşartî, dane xebitandin û bi pêş ketin. Mirov bi estetîkkirina wêje û hunerê bûne fermandarê vê cîhanê. Zanist, exlaq û ol, ji huner û wêje derketine û bi rêya estetîkê ev tişt hemû bûne malê hevpar yê mirovahiyê. 

Nexwe em dikarin bibêjin ku berî her tiştî, huner û wêje mirov gihandine diyarê zanînê û amûra ku ew bi mirovan dayîn pejirandin jî estetîk e. Berî ev amûra bipêşxistina mirovan were dîtin, di nav civatê de têgîna tevger û rêkûpêkiya civatê nebû. Mirovên xweperest, hebûna xwe di ser her tiştî re didîtin û ev bi başî dizanîn. Di nav gereke bê armanc de dijîn û di nav tirsa bûyerên xwezayê de xwe azad dizanîn. 

Gelo îro jî ew nexweşiya xweperestiyê nîne? Xweperestiya îro ji ya serdema hovîtiyê xirabtir e. Ev nexweşiya xirabkirin, ne li pêşberî mirovan tenê tê kirin. Li hemberî hemû tiştên di xwezayê de cîh digrin tê kirin. Mirov li pêşberî vê wêrankirinê xwe bêçare dibînin. 

Îro pêwîstiya mirovan bi huner û wêjeya xweşikkar heye. Pêdivî bi estetîkek ku hizir, raman, ziman û kiryarên mirovan sipehî bike heye. 

Tiştê ku mirovan ji nû ve perwerde bike huner û wêje ye. Pêdiviya mirovan bi hunermend û wêjevanên weke yê serdema pêşî heye. Bê çawa wê serdemê bi rêya estetîkkirina huner û wêje armanc nîşanî mirovan dan û mirov perwerde kirin. 

Îro jî pêdivî bi hunermend û wêjevanan heye ku estetîkê di berhemên xwe de xweşik bi cih bikin. Ji ber ku di huner û wêje de sipehîkirina cîhanê û mirovan mijara sereke ye. Divê hunermend û Wêjevan li cîhaneke xweşik û mirovên zana li dinyayeke bê şer û wekhev bigerin, vê jiyanê pêşî di mêjiyê xwe de ava bikin, piştre di berhemên xwe de bi cih bikin û bidin xizmeta mirovahiyê.