Ali Riza KILINÇ


Peyva ‘estetîk’ê hema bibêje di hemû beşên hunerî de derdikeve pêşiya me. Nexasim dema mijar fotograf be, peyva ‘estetîk’ê hema hema di her firsendê de weke pîvaneke nirxandinê gelek caran tê bikaranîn. Ji ber vê yekê jî eger em bixwazin vê peyvê bi nav bikin, ev wê ewqas hêsan nebe. Gotina ‘estetîk’ê bi taybetî weke nêrîna şexsî yan jî ecibandina şexsî tê bikaranîn. Bi awayekî ji rêzê bi pirranî tê gotin, “Kêfa wî weha jê re tê” yan, “Ev mijareke kêfa dil e” û bi vî rengî li hemberî rexneyên ku tên, weke navgîneke parastine derdikeve pêş. Eger em beşa teknîkî û kompozîsyonê ya fotografê, ango aliyên weke ronahî, sî, kadraj û çarçoveyê li aliyekî bihêlin, wê demê em ê rê li ber wê yekê vekin, pesnê wan wêneyên ji rêzê yên ku ji afirînêriyê û xweseriyê ti par negirtine bête dayîn. 

Ji aliyekî din ve bikaranîna makîneyên fotografê yên dijîtal her ku diçe belav dibe. Piştî ku telefonên biaqil, tevî medyaya civakî ketin jiyana me, sînorê estetîka fotografê hîn zêdetir ziyan dît. Bi navgînên medyaya civakî yên weke instagram, whatsapp, twitter û facebookê nasnameyeke nû tê çêkirin. Bi vê yekê êdî hunerê fotografê yan jî pênaseya ‘estetîkê’ ku di vê qadê de tê bikaranîn, xeter heye ku di dewsa giraniya wê ya dîrokî de, ‘estetîk’ êdî weke wêneyeke ji rêzê, yan gotineke ji rêzê cih bigire. 



Dîmenên dijîtal li her cihî ne

Berê dema em diçûn pêşangeh yan jî galeriyeke fotografan yan jî wêneyan, weke temaşeker cih û sînorê gotinên ku me dianîn zimên yan jî şewazê ecibandina me hebû. Yên ku bi ked û hewldanên xwe di vê meydanê de emir bihurandine jî, der barê wan berheman de bi wan nirxandinên xwe ku li gorî nihêrînên estetîkê yan jî ecibandinê êdî teşegirtine û giranbiha bûne, rexne û nihêrînên xwe dianîn zimên. Bi vê yekê ji bo huner jiyana mirovan hêsan bike û derfetan biafirîne çend gotin dianîn zimên. Lê belê di demên dawî de dîmenên dijîtal bi rêya înternet û medyaya civakî bi awayekî bi lez kete her aliyên civakê. Van gavên di qada teknolojiyê de hatin avêtin, bêguman hiştin ku şêwazên binavkirin û pênasekirinê yên gelek têgehan jî biguherin. Hin kesên ku bi huner re mijûl dibin, ev yek weke ‘civakbûna huner’ bi nav kirin û bi bî vî rengî guftugo kirin. Lê belê, fenomentiya tinekirina dîmenan ne tiştekî nû ye. Ev ne civakbûna huner bû, jixwe tiştek bû ku ji berê ve hebû.



Sînor li ber tinekirinê nemane

Weke civakê bi sedsalan e ku em bi vê dijîn. Bi awayekî din, şêwazekî cuda yê tinekirina desthilatdarî, hêz û hikumraniyê ye ku di her kêliyê de em bi siya wê ku li ser me daniye, dihesin. Bi kurtayî, ev çîrokeke dirêj e ku em heta îro jî bi dîmenên vê çîrokê re rû bi rû dimînin. Çawa ku huner heta niha di nav lepê desthilatdariyê de weke navgînekê hatiye bikaranîn, weke navgîneke îdeolojîk ti carî ji ber deriyê me dûr neketibe, niha jî bi rêya teknolojî û dîmenan dixwazin ew şêweyê jiyanê hîn zêdetir were tinekirin. Berê derfetên vê bi sînor bûn, lê belê niha di warê tinekirinê de hemû sînor ji holê rakirin. Herkes li ser dikê û di navenda dikê de ye. Hin tişt li holê li ber çavên me diçin û tên; dînîtiyeke ecêb û sosret e. Hin caran sembol dipeyivin, hin caran jî em dikarin di nav hemû tiştan da ku ew temsîl dike, wenda bibin. 


Tijekirina pîvanên estetîka fotografê

Di vê sedsala teknolojiyê de afirînêrî, xuliqkarî û xweserî êdî werdigere nasnameyeke tinekirin û lezê, lê belê dîsa jî hewce dike ku em bi temamî nerênî bifikirin? Bêguman na! Weke ku di her warî de em dibînin, jiyan di vî warî de jî wê hêz û hunerê xwe yê bijartin û neqandinê nîşan bide. Wênegirên ku ji çarçoveya klasîk wirdetir jî dibînin, ziman û şêweyekî li gorî xwe diafirînin û karin bi insan, xweza û çîrokan re bi temamî danûstandineke yekser û zelal çêkin jî hene. Bêguman em bi vê yekê qala wan kesan dikin ku dikarin bi nihêrîna xwe ya xweser nava pîvanên estetîka fotografê tijê bikin. 

Ew jî yek ji van e…