Keîko Mînamî şêwekara ku ji bo çapê grafîk amade dikirin û şaireke japonî bû. Ew bi neqişandina li ser kevalê sifr tê nasîn ên weke pîktografan. Li ser van kevalan wê qesr, heywan, kulîlk û zarok xêz dikirin. Jixwe, wê estetîkeke ecêb û zarokane bi kar dianî ku berhemên şêwekarê resmên abstrakt (mucerred) Paul Klee bi bîra mirovî dixistin. Belkî jî wê xetên şiirên xwe kişandibin. Di resmên Keîko Mînamî de nexasim ew xetên kite bi kite kişandî balê dibin ser xwe. Resmên wê di dîroka hunerê Japonyayê de estetîkeke tekane ya ku tesîr li mirovan kir, derxist holê. Ew 12 Sibata 1911’an li bajarê Toyama hatibû dinê û 1’ê Kanûna 2004’an jî li Tokyoyê wefat kir. FRANKFURT