Lêkolîner-nivîskar Ethem Xemgîn ku li ser dîroka Kurdistanê û Elewîtiyê gelek lêkolîn kirine, çû ber dilovaniya xwedê, bi gotina Elewiyên Kurmanc, “gêl meşiya”.
Lêkolîner-nivîskar Ethem Xemgîn li Elmanyayê koça dawî kir. Xemgîn demeke dirêj bû ku bi nexweşiyên giran ketibû. Xemgîn li Klînîka Zanîngeha Kolnê doh sibehê çû ber dilovaniya xwedê.
Ethem Xemgîn sala 1947’an li gundê Harûnan ê (li devera Kurecikê) navçeya Akçadag a Meletiyê ji dayik bû. Dibistana destpêkê li gund, ya navîn jî li Dîlokê qedand. Piştre ji ber xwînîbûnê, tevî malbata xwe koçberî Stenbolê bûn. Lîse û Fakulteya Hiqûqê li Stenbolê qedand. Wextekî li Stenbolê parêzerî kir. Ji ber sedemên siyasî, sala 1980’yî neçar ma tevî malbata xwe koçberî Ewrûpayê bibe. Xemgîn bavê 3 zarokan e.
Berhemên wî Çend ji berhemîn wî jî ev in:
Kürdistan tarihi (Dîroka Kurdistanê) Mazda İnancı ve Alevilik (Baweriya Mazda û Elewîtî) Islamiyet ve Alevilik (Îslamiyet û Elewîtî) Aleviligin Kokenindeki Mazda inanci ve Zerduşt Ogretisi (Doktrîna Zerduştî û Baweriya Mazda ya di Koka Elewîtiyê de) Kurdistan’da Mitoloji ve Dini Inançlar (Mîtolojî û Baweriyên Olî yên li Kurdistanê).