Pirtûka 'Bêjanasiya Zimanê Kurdî ya Dîrokî' ji Weşanên Na derket. Nivîskar Beyhanî Şahîn di 202 rûpelan de serê xwe bi etîmolojiya zimanê Kurdî diêşîne. Îndoîranîst Beyhanî Şahîn, li gorî metodên zimannasiyê yên akademîk peyv bi peyv, deng bi deng bi dîroka zimanê Kurdî dadikeve. Şahîn ji Kurdiya îro dest bi lêkolîn û şiroveyê dike û heta zimanê îndo-ewrûpî yê bingehîn diçe. Bi her awayî serdemên zimanê kurdî wekî îro, kurdiya navîn, zimanên îraniya navîn (partî, pehlevî, sogdî, khotansakî, xwarezmî), kurdiya kevin, zimanên îraniya kevin (mediya kevin, avestiya ciwan û kevin, farsiya kevin), proto-kurdî, proto-îranî, sanskrîtî, vedî, proto-hîndî, proto-arî û proto-îndo-ewropî yek bi yek li ser disekine. Ew bi zimanên din yên îndo-ewûpî jî dadikeve û dide ber hev. Lêkolîner Beyhanî Şahîn rabihurî ûş serpêhatiya fonolojî û semantîka zimanê Kurdî esas girtiye. Ev kitêb wekî berga yekê hatiye amadekirin û dewama wê jî wê bê. Nivîskar bi xwe ji bo li gorî alfabeyê amadenekirina kitêba xwe dibêje, "Ewdê ferhenga «Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî» ne ligorî rêza elfebeya zmanê kurdî ji tîpa «a»yê dest pê bike û bi ya «z»yê jî bi dawî bibe (her çendî ev vegotin wekî bê planî xuya dike jî, lê jiber îmkanên heeyî yên bi sînorkirî riyeke mecburî ye)." Axir nivîskar ji xwe «kurdiya kurmanciya nuh» wekî zaraveyê sereke daye ber xwe. Kunyeya kitêbê ev e: Bêjenasiya Zimanê Kurdî ya Dîrokî / Beyhanî Şahîn / Weşanên Na / 202 rûpel / Ziman-Lêkolîn / 2020 AMED