Li ser biryara şîrketa peykê ya Fransayê Eutelsatê, ku dixwaze weşana sê kanalên televîzyonê yên Kurd bigire, li Parlamenta Ewropayê (PE) civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. 

Parlementera Fransayê Marîe-Chrîstîne Vergiat ji civîna çapemeniyê re malovanî kir û ji Stêrk TV Gulîstan Îke, ji News Channelê Ferda Çetîn û Fusûn Erdogan tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Nûnerên her du kanalên televîzyonê û parlementera Ewrûpî Vergiat nerazîbûn nîşanî hevkariya Eutelsatê ya bi Tirkiyeyê re dan.

Valahiya hiqûqî li Ewrûpayê

Marie-Christine Vergiat diyar kir ku ji ber ku ew bi xwe jî Fransayî ye, ev biryara Eutelsatê wê jî elaqedar dike û bi bîr xist ku par jî Eutelsatê bi heman rengî nêzî Newroz TV û Med Nûçeyê bûbû. Vergiat bi bîr xist ku Eutelsat di vê dozê de mehkûm bûbû. Vergîat diyar kir ku Eutelsat ji valahiyeke hiqûqî ya li Ewrûpayê sûdê werdigire û got, "Berjewendiyên gelekî mezin ên Eutelsatê li Tirkiyeyê hene. Berjewendiyên wê yên aborî derdikevin pêşiya nirxên bingehîn û gerdûnî."

'Hewl didin dengê gelê Kurd bibirrin'

Koordînatora bernameyan a Stêrk TV´yê Gulîstan Îke jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordariya li Tirkiyeyê li çapameniyê tê kirin û got, Eutelsat careke din li ser daxwaza dewleta Tirk dixwaze weşana sê kanalên televîzyonê yên Kurd bigire û li ser weşana Stêrk TV agahî da.

Îke bal bir ser biryara Eutelsatê ya 14'ê Nîsanê û got, "Em vê hewldanê weke hewldana birrîna dengê gelê Kurd dibînin."

Divê Konsey û PE zextê bikin

Koordînatorê Giştî yê News Channelê rojnamevan Ferda Çetîn jî li ser lîsansên her sê kanalên televîzyonê agahî dan. Çetîn destnîşan kir, ku Îtalya, Swêd û Norwêc, ku lîsansên kanalên televîzyonê li van welatan e, ti gilî û gazinan nakin û got, "Lê belê Eutelsat xwe dispêre biryara RTUK'ê û dixwaze vê weşanê bibirre."

Çetîn bibîr xist, ev biryar biryareke dadgehê nîne û got, "Bi dîtina me, pêwendiya vê biryarê bi lez û beziya rêveberiya Erdogan, bi pêkanînên wan ên li Tirkiyeyê heye."

Ferda Çetîn got, "Têkiliyeke gelekî mezin û kûr a bazirganiyê ya Eûtelsatê bi Tirkiyeyê re heye. Em ji Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û saziyên çapemeniyê yên li Fransayê dixwazin ku zextê li Eutelsatê bikin û ji bo televîzyonên Kurd weşana xwe bidomînin, bikevin nava hewldanan."

'Sosret û cihê şermê ye'

Ji televîzyona News Channelê Fusûn Erdogan jî bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê li medyayê tên kirin, got niha jî destê xwe bi rêya Eutelsatê dirêjî Ewrûpayê dike û ev yek ji bo Fransa ya ku edalet û azadiya çapemeniyê diparêze, rewşeke sosret û cihê şermê bi nav kir.

Fusûn Erdogan bang li kedkarên çapemeniyê û Parlamena Ewrûpayê jî kir û got, "Bi ya me, divê sazî û mirovên alîgirê azadiya çapemeniyê, azadiay îfadeyê û azadiya mafên mirovan, guh bidin dengê me û li cem me cih bigirin." 



 ANF / STRASBOURG