
Hat ragihandin ku Eûtelsayê ji bo sekinandina weşana Ronahî Tv, NewsChannel û Stêrk Tv yê ferman daye kargeha ûplînkê ya ku xizmetê dide van kanalan.
Li gorî agahiyan piştî hewldana Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) Eûtelsat ji bo sekinandina weşana 3 kanalên Kurdan ketiye nav tevgerê. Eûtelsatê talîmatek ji saziya ku xizmeta ûplînkê dide van kanalan a li Slovenyayê şandiye û xwestiye ku bila weşana Stêrk Tv û Ronahî Tv yê were sekinandin.
Tê diyarkirin ku Eûtelsatê bi devkî ragihandiye ku bila weşana NewsChannelê jî were sekinandin.
Eûtelsatê di Rezbera 2016’an de ji ber serîlêdana bi nivîskî ya RTUK’ê televîzyonên Kurdan ji Hotbîrdê derxistibû û ligel biryarên dadgehên Fransayê yên li dijî vê yekê bi metodên derhiqûqî weşana Newroz Tv û Med Nûçe Tv yê hatibû qutkirin.
YRA’yê biryar Eutelsatê şermezar kir
Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) têkildarî biryara Eutelsat ê ya rawestandina weaşana televizyonan daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye: "Me bi xemgînî biryara şirketa Eutwlsat a Fransî ya rawestandina weşana televizyonên Ronahî Tv, Stêrk Tv û News Cannel girt. Rawestandina weşanan piştî ku Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan a Tirkiyê (RTÜK) doza bi awayekî nivîskî ji Eutilsatê re ra kir û bi behaneyên ne qanûnî xwest ku weşan were rawestandin. Tevî ku tê zanîn ku RTÜK tenê girêdayî siyaseta weşanê yên li hundirê Tirkiyê û tu têkiliya wê bi weşanên televizyonê derveyî Tirkiyê wekî Ronahî TV, Stêrk TV û News Channel nîne, lê kiryarên hikûmeta Tirkiyê ku AKP'ê serkêşiya wê dike, ji Eutilsatê xwest ku weşanê rawestîne, ev kiryara wan li dijî heqûqên azadiya civakî û şopedarên wan saziyan e.
Ev ne cara yekem e ku Eutilsat li gorî daxwaz Tirkiyê tevdigere, di 8'ê cotmeha 2016'an de jî heman şirketê weşanên Newroz Tv, Mec Nûçe û IMC rawestand, her wiha 12 kendal li ser daxwaz hikûmeta Tirkiyê dan rawestandin.Em wekî YRA'yê ya Bakruê Sûriyê biryara girtina dengê rastiyê şeremezar dikin, ev siyasetên wan ne mumkine serbikevin. Xwediyên gotin û pênûsa azad di gotinên xwe de dê berdewam bin. Em ji Şirket Eutilsat dixwazin ku dest ji zextên xwe yên li ser çapameniyê berdin û rastiya ji raya giştî re ranewstîne."
ANF/BRÛKSEL