Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e: Ji ber vê yekê daxwazên wan daxwazên me ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Vîna wan paşeroja me ye. Divê em deng bidin dengê wan û bêjin êdî bes e. Divê êdî her kes bibêje, ‘Êdî bes e’!
Li ser banga HDK û hevparên wê gelek nûnerên saziyan civiyan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û daxwaza rakirina tecrîdê înîsyatîfeke nû ava kir.
Bi banga Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û hevparên wê bi beşdariya gelek nûnerên saziyên demokratîk “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe” hat avakirin. Di civîna înîsiyatifê de Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Nûnerên Mala Gel û Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) amade bûn. Di civînê de Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigit axivî.
Tecrîd li her derê heye
Koçyîgît, bi bîr xist Leyla Guven ev 104 roj in û girtiyên li zindanan jî 66 roj in li dijî tecrîde di grevê de ne û got: “Her ku roj derbas dibin rewşa tenduristiya çalakgeran bêtir dikeve rewşek xerab û tenduristiya wan bêhtir dikeve tehlûkeyê ku paş ve venegere. Em daxwazên çalakgeran dubare dikin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi Ocalan re hevdîtin nayê kirin. 5‘ê Nîsanê, di milê siyasî de ji bo Tirkiyê rojeke guhertinê ye. Ew roj e ku AKP ji pêvajoya aştiyê derbasî şer bûye. Piştî wê rojê her roj şer zêde bûye. Tecrîda piştî 5’ê Nîsana 2015’an ya li dijî Birêz Ocalan, ne tenê li dijî wî, li her warê jiyanê û li ser hemû beşên civakê tecrîdê dest pê kiriye. Îro di bingehê hemû pirsgirêkan de pirsgirêka Kurd heye. Em dizanin ku pirsgirêka Kurd bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiye ye.”
Koçyîgît xwest Tirkiye hiqûqa xwe binpê neke û wiha dewam kir: “Îro li Îmraliyê qanûn û hiqûq hatiye binpêkirin û mafê hevdîtinê yên hiqûqî tên binpêkirin. Xwedîderketina van daxwazan xwedîderketina aştî û aramiya li Tirkiyeyê ye. Yan em ê mirovahiyê biparêzin, yan jî em ê têkevin nava tariyê û winda bibin.”
Vîna wan paşeroja me ye
Piştre li ser navê Înîsiyatîfê û saziyan Cansû Kalender daxuyaniya hevpar xwend û got, “Em hemû di bin tecrîdê de ne. Di serî de Leyla Guven û bi sedan girtî îro ji bo balê bikişînin ser van pirsgirêkan û tecrîdê bedena xwe li mirinê razandine. Kesen ketine grevê dibêjin, ´Ev tecrîd li ser me tevan e.´ Canê xwe feda dikin û dixwazin rûmeta mirovahiyê xelas bikin. Ji bo dîwarên nayên dîtin hilweşînin, li ber xwe didin. Ji ber vê yekê daxwazên wan daxwazên me ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Vîna wan paşeroja me ye. Divê em deng bidin dengê wan û bêjin êdî bes e. Divê êdî her kes bibêje, ‘Êdî bes e’.”
Barê çalakiyê li ser me hemûyan e
Piştî daxuyaniyê Wekîlê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahîn Tûmûklû, diyar kir ku di vê pêvajoyêde faşîzm xwe ji nû ve bi rêxistin dike û divê ew jî xwe ji nû ve ava bikin û got: “Leyla Guven (wekî din) dixwaze polîtikayên şer bi dawî bibin û doza Kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê barê çalakiya Leyla Guven li ser milê me tevan e.”
Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) Sînan Zîncîr jî got: “Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê hikumxwar e. Ji bo hikûmxwaran parêzer di nava hefteyê de saetekê dikarin biçin hevdîtinê bikin. Lê em wekî parêzerên wî nikarin vê hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin. Li Îmraliyê qadeke tarî hatiye avakirin. Daxwaz pirr zelal in. Em dixwazin hiqûqa xwe pêk bînin. Heger ev yek pêk neyê, ev agir wê me tevan bişewitîne.”