Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya Berxwedana Rûmetê ya roja 33´yan eşkere kir. Li gorî wû, li sê eniyan herî kêm 6 dagirker hatin kuştin. Di şer de 7 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete êrişên xwe yên bejahî û hewayî dewam kirine.
Li gorî daxuyaniya navendê, artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi çekên giran êrişî gundên Til El Werd, Til Mihemed û Til Şeîr ên Zirganê kirin.
Hate ragihandin ku li Til Temirê jî artêşa dagirker bi balafirên şer ên bêmirov û çekên giran êriş bire ser gundên Rihaniyê û Amiriyê. Di encama bersiva hêzên QSD’ê de wesayiteke zirxî ya dagirkeran hate îmhakirin.
Der barê êrişên li eniya Eyn Îsayê jî hate gotin, “Artêşa dagirker û komên çete bi obus û tankan êrişî gundên Kefîfa, Mişêrfa û Kor Hesen kirine. Her wiha balafireke şer a bêmirov a dagirkeran bombe li herêmê barandin. Di bersiva hêzên me de şer qewimî. Di şer de gelek çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di bersiva hêzên me de 6 çete hatine kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Di berxwedanê de 7 hevalên me şehîd bûn û 12 hevalên me jî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN