Li bajarê Wanê pîşeyê çêkirina kûpik, dîzik, kûzik û cêran êdî hema hema nemaye. Ev pîşeyê ku bi hezaran sal in hebû, niha li Wanê ji aliyê hoste Osman Eşme ve careke din tê zindîkirin. Hosteyê kûpan dibêje, ew ji vî pîşeyî pereyekî baş qezenc nake û tenê ji bo çanda wan nemire, vî karî dike.
Gundê Bardakçî yê ser bi Wanê, heta beriya bi 25-30 salan jî navenda atolyeyên çêkirina kûpik, dîzik, cêr, guldang û hemû alav û amûrên mitbexê yên nava malê bû.
Li gundê Bardakçiyê heta salên 1990’î jî nêzî 30 hosteyî hebûn. Lê bi bipêşketina teknolojiyê re êdî qedrê vê hostetiyê nema û pê re jî hemû hosteyan dev ji atolyeyan berda.
Yek hoste tenê ye
Niha ne tenê li gund, li tevahiya Wanê atoliyeyek û hosteyek tenê maye. Osman Eşme ji bav û kalên xwe hînî vîkarî bûye, dibêje, qîma wî pê nehat ku pîşeyê kûpan nemîne û ew vî pîşeyî ji nû ve zindî dike.
Osman Eşme ji Rûdawê re dibêje, ew qederê 12-13 salan e ku vî karî dike, lê pê nikare debara xwe bike, belê dîsa jî bi israr e ku çanda xwe vejîne. Ew tenê li atolyeya xwe berhemên xwe difiroşe û dide zanîn ku herî zêde cêrên penîr û yîn avê tên firotin. Gundiyên Osman Eşme jî bi wî û karê wî serbilind in. Lê tirsa wan ew e ku ev atoliye jî bê girtin. Xelk razî ye û dibîje, ava cêran û tiştên di wande tên mihafezekirin ji siheta mirov re jî baş in.
Li gelek bajaran axa ku kûp, kûzik, dîzik, cêr û amûran jê çêdikin heye, herçî axa li gundê Bardakçiyê ye, li gorî axa deverên din safîtir û paqijtir e. Ji ber vê yekê jî ev gund demekê navenda vî pîşeyî bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN