Hê di destpêkê de ji devla ‘kuç ên’ dadê, ‘bistên demokrasiyê’,’stûnên mafan’ û ‘kils û hecer’a pevrejiyîna jiyaneke bo hemû dorhêlên civatî rûmetdar,  bo baweriyên cuda cuda ewlekar û çandên ne wekî hev hemwar; dewletekê xwe li ser qoqê seriyan, hestiyê parsûyan, term û cendekên mirovan…û qir û qelan û koçberkirinê  ava kiribe; ew dewlet çendî dêrîn be, çendî  xedî  rabirduyeke kone be, rojek tê wekî telisê riziyayî,  tîş ji ber tîşê diçe!
Jixwe; dewleta ku di destpêkê de dê ‘ziyaret’a hemû  ‘tîş û terîşên ‘ ji ber cawê Osmanî ‘yan mayî bûya, piştî ku ‘girêka xwe li werîs dan’, serkirdeyên komarê ahd û soz û peyman ji bîr kirin; di pêngava ewil de berê xwe dan warên birayên(!) xwe î çiyayî.
Wekî  îro duh jî navê ‘birayên’ wan ên ‘şûm û zirz û netepte’ geh eşqiya ye di ferhenga wan a rojane de, geh şaqî!
Yanî hûr û gir; di destpêka her serhildanê de birakemanî kurd(!) bûne pûşê ber devê êgir:
‘Şofêra’ teyara ewil a komarê Sabîha Gokçen  – li gorî angaştekê ev teyare bi  zêr û pereyên malbateke kurd, malbateke ku li tevî Qiyama Şex Seîd bûye, bo ku serê sermiyanê xwe ji benê şenqê xilas bike, hatiye kirîn- teyara xwe wekî bazê qesta mêlaka kevokan bike, wisa tirîkî firandiye û bombe berdane nava refên kevokên şaqî!
Rojnameyên wê serdemê  di manşetan ku avêtine de; ne karîne wê li erdê deynin, ne jî karîne wê li ezmanan bi cih bikin.
Baş e ku rojnamegerên rojnameyên evro bo ‘nûçeyên kêlîka dawî’ naçin berageha hêzên leşkerî ên hewayî û yeka yek bi pîlotan re di derbarê bombe barandinên vê dawiyê de dîdarîyê pêk nayinin.
Her teyare ji ber guhê vî bajarê xopan radibe, xurmîn û gurmînê bi ser bajar dixe û berê xwe dide çiyayê ji her kesî ve ma’lûm!
Bawer dikim; bombeyên ku ji destpêka  damezrandina dewletê û heta niha bi ser serê kurdan de hatine barandin, li deverekê bêna danhev û bibin kêşî , dê Çiyayê Bombeyan zêde bibe li çiyayên li ser erdnîgariya Kurdistanê.
Û çiya ne yek e, ne dudu, ne sisê...
Yeke yek bi tena serê xwe ne hinek , hinek wekî baqilên zincirê bi hev bestî  rêzeçiya ne: Navê yekî  Gabar e, yê yekî Herekol e, yê yekî Pîre Megnûn, yê yekî  Zaxroj e .
Û hinekan navê wan çiyan  li zarokên xwe kirine; hinekan stiran avêtine ser wan, helbest hûnadine:
***
ronakê lê da, çirusî
kirasê l’ bejnê qerisî, qelemsiltan e
enîmêr e, û Dêrsimî
ev çiya Tûjik e, heyran!

heyran
ev çiya destbirakê Sîpan e
ku di bin berfê de mane
ba hûûû dike
Munzir pûç î pûç dike:
zivistan e

bi pilingê pêşî re şiyar dibin
têhn vedide l’ lûleyan ji teqînê
stiran dikevin pêlên xuşşînê:
şer dîne, şervan dîne
çarmêrkî rûniştî di binê berfê de
ev çiya rûspî ne, heyran!

me lome nekir ji wan
na na…û ne ji yekî!
navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî
me lîland!
loma bi Sîpan in stiranên me,
ka bistirê, heyran!

Heyran, kê kariye van çiyan bi erdê ve bike yeksan?

*Ev çiya rûspî ne, Wş. Avesta,2002