SEYÎT EVRAN / ANF/SILÊMANIYE

Berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Silopiya û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji serdemên herî girîng ên dîroka berxwedana Kurdistanê ye. Li ser berxwedana Sûrê, film hate çêkirin. Derhênerê filma bi navê ‘Ji bo azadiyê’ Ersîn Çelîk e. Filmçêker û alîkarê derhêner jî Diyar Hesso ye. Promiyera filmê jî li festîvaleke li Hindistanê çêbû. Derhênerê filmê Ersîn Çelîk, alîkarê derhêner Diyar Hesso û ji lîstikvanên film Şêro Hinde yê ji Komuna Filman a Rojava qala filmê kirin.

Derhêner Çelîk anî ziman ku wan bi salan pirs pirsîn, wêne girtin, bûyer û çîrok li gorî pîvanên rojnamevaniyên vegotin, lê belê li wê deverê tiştên welê diqewimîn ku ne nûçe, ne gotinek, ne jî qîrînekê dikarîbûn rastiya wan îfade bike.

Ji bo gotina berxwedanê

Çelîk rojnivîsên yek ji berxwedêrên Sûrê Xemgîn Roj bi bîr xistin û got, ew rojnivîs ji bo senaryoya wan bûye esas. Ersîn Çelîk bal bire ser helwêsta fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager jî û got, “Xemgîn Roj jî vê yekê dinivîsîne. Dibêje, ‘Li ser israra hevalê Çiyager, rojnivîs hatiye nivîsandin’. Baş bû ku nivîsand. Di vir de bi qasî çîrokên di rojnivîsê de her wiha helwêsta Çiyager jî gelekî girîng e. Ji ber ku hin kesên şensê xwe çêbûn ji dorpêçê rizgar bibin, heman tişt gotin. Çiyager ji wan re jî dibêje, ‘Biçin û bûyerên li vê deverê qewimîne vebêjin’. Di dema lêkolîna ji bo senaryoyê em bi çar YPS’iyên ji dorpêçiyê rizgar bûn re dûr û dirêj axivîn. Me dît ku Çiyager ev daxwaza xwe gelek caran gotiye.”

Der barê amadekirina senaryoyê de Çelîk got, komeke wan a nîqaşê hebû û lê rewşa wê ya dawî wî nivîsandiye. Çelîk destnîşan kir ku senaryo berhemeke aqlekî hevpar bû û qala qada çêkirina filmê kir.

Bi pirranî li Kobanê

Çelîk got, “Me dîmenên filmê li yekê ji du taxên neketî yên berxwedana Kobanê girtin. Nîvê wê herêmê hilweşiyabû.”

Çelîk got, “Film garantiya vê yekê dide; mirovên li filmê temaşe kir wê pirsa ‘Gelo ew dever Sûr e?’ nepirse. Belê ew dever Sûr e... Ji ber ku ne tenê ji çîrokên mirovan, her wiha ji kevirê reş heta tuxleyê sor ê li ser xaniyan û dirûşmên li ser dîwaran her tişt bi hesasiyeteke mezin li gorî rewş û xemla Sûrê hate amadekirin. Me seteke bi vî rengî li Kobanê ava kir.”

Şervanan rol kir

Derhêner Ersîn Çelîk qala lîstikvanan jî kir û got, “Di nava komên destpêkê û duyemîn ên lîstikvanan de yên xwedî tecrûbeya lîstikvaniyê nebûn, lê belê tişta ku ji bo senaryoyê em li pey bûn bi wan re hebû. Du kesên di berxwedana Sûrê de hebûn; Hakî û Korsan Şervan di filmê de rola xwe bi xwe lîstin. Tiştekî bi vî rengî zêde di sînemayê de nîne. Wekî din gelek kesên din jî xwedî çîrokên bi heman rengî bûn.”

Çelîk got filma wan ne weke filmên şer ên ji rêzê ye û wiha peyivî: “Hem di dema girtina filmê de hem jî di qonaxa piştre de em di çarçoveya rewşa xwezayî ya şer û şervanan de man.”

Çelîk destnîşan kir ku ya esasî ew e ku film bigihîje temaşevanan û got, “Em plan dikin ku di dema pêş de li her devera ku îmkan heye, film bê nîşandan. Film wê di demeke kurt de li Ewrûpayê li hin festîvalan bê nîşandan. Piştre em ê hewl bidin ku li gelek welatan nîşan bidin. Ji bo nîşandana fîlm jî pêwîstî bi toreke berfireh a belavkariyê heye, lê belê di halê hazir de derfeteke bi vî rengî ya sînemaya Kurd û sînemaya serbixwe nîne. Di dawiya Çile de em ê promiyera Ewropayê bikin. Ji Sibatê û pê ve jî em ê li Başûrê Kurdistanê û Rojava bi rengekî bi rêkûpêk nîşan bidin.”

Çelîk bi bîr xist ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo nîşandana filmê gelek derfet nînin, lê belê meraqeke zêde heye û got, “Tevî hemû astengiyan jî em ê filmê bigihînin wan deveran. Bi çi rengî dibe bila bibe.”