Dewleta Tirk 28’ê Kanûna 2011’an bi balefirên şer komkujî li Roboskê pêk anî, 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Niha li heman deverê, dîsa vê dewleta hov xizmên gundiyê hingî qetilkirî bombebaran kirin û zarokê bi navê Vedat Encu qetil kir. 

Hîna jî kiryar û sûcdarên komkujiya beriya bi 4 sal û nîvan nehatine dadgehkirin û heta doz li ti kesî nehatiye vekirin. Ji ber vê jî malbatan doz biriye Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME). Pêr bi şev Fermandariya Fermandariya Alaya Bêcuhê bi tang û topên obusên yên ku li baragehê bi cih kirine, 40 welatiyên Roboskê bombe kirin û Vedat Encu yê 16 salî qetil kirin. 


Dîsa Vedat ê zarok qetil kirin

Hêzên çekdar ên dewletê ji bilî qetilkirina Vedatê zarok, 5 welatiyên din jî birîndar kirin. Herî kêm 40 welatî jî piştî êrişa bi tang û topan derbasî milê din ê sînor bûn û agahî ji wan nayê girtin. 

Di êrişa bombeyî de Vedat Encu ji ber ku parçeyê bombeyê li pişta wî ket, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Welatiyên bi navê Yilmaz, Suvar, Îbrahim û Ozgur Encu jî birîndar bûn. Ji ber bombebarana zêde welatiyên mayî jî derbasî milê din yê sînor bûn û agahî ji wan nayê girtin. Piştî bûyerê welatiyên gundên Roboskê û Bêcuhê çûn cihê bûyerê. 

Malbata Vedat Encu û birîndarên din ji cihê bûyerê cenaze û birîndarên xwe wergirtin û rakirin nexweşxaneyên Qilaben û Şirnexê. Ji birîndaran rewşa Yilmaz Encu giran e. 


Esmer Encu: Birîna min ji nû ve der kirin

Ev êrişa li dijî xelkê Roboskê nîşan dide ka feraseta dewleta Tirk beramberî welatiyên Kurd çi ye.

Dewleta ku beriya bi 4 sal û nîvan li heman cihî Vedat Encuyekî zarok qetil kiribû, pêr bi şev dîsa zarokekî bi heman navî qetil kir. Dayika Vedat Encu yê ku kurê wê Kanûna sala 2011’an de hat qetilkirin, Esmer Encu diyar kir ku beriya bi 4 sal û nîvan dîsa heman komkujî bi serê wan de hat û wê Vedatê xwe winda kir û niha dîsa bûyer dubare dibe. Esmer , anî ziman ku dîsa di heman saetê de yanî 21.30’an li heman cihî komkujî pêk hat. Esmer, da zanîn ku wan birîndarên xwe birine Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê û niha agahî ji wan nastînin. 

Esmer Encu got, Vedat ê niha hatî qetilkirin di temenê kurê wê yî hingî de ye û da zanîn ku hisa pê re çêbûyî ew e ku wekî dubare kurê wê bê qetilkirin, êşa wê ji nû ve der bûye. Esmer Encu êşa dilê xwe weha îfade kir: “Vedat hem navê wî û navê kurê min yek bû û hem jî di temenê kurê min de bû. Dîsa li cihê kurê min lê hat qetilkirin, hat qetilkirin. Êşa min dubare zindî bû.” 


Eskerên dewletê xelkê gund tacîz kir

Cenazeyê Vedat Encu jî piştî otopsiyê ji nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê anîn gundê Roboskê. Dema ku cenaze anîn gund, wesayîtên leşkerî gel tacîz kir û li ser vê yekê gel kevir avêt wesayîtan û jinên Roboskê jî bi gotina “Êdî bes e” nerazîbûn nîşanî eskerên dewleta Tirk dan. Cenazeyê Encu piştî ku wecîbeyên dînî hatin bicihanîn li goristana gund hat definkirin. 


 ŞIRNEX