Hat bihar, bi xeml û nexşên rengareng…Herî zêde jî jinan lez da hatina wê, di hefteya pêşî ya Adarê de, hema bêjin li her derê, jin daketin qadan. Bi rengên jin, jiyan û azadiyê xemilîn qadên berxwedanê. Dîmenên bi wate derketin hole, ji Şengal û Qendîl ta Amedê…Îsal 8’ê Adarê bi peyamên ewqas tijî barkirîbû, ku bêjî xilas nabe.  Li aliyekê, êrişa duyem a dagirkirina Şengalê, di encama peymana Barzanî û Erdogan de, ket rojevê, ku ev mesele herî zêde jinan eleqeder dike, li aliyê din destûra faşîst a dijberiya jinê rewa dike, di pêşengiya AKP-MHP de li Tirkiye dibin Referandûmê. Hêla din jî eniya şer e, li Reqa û Minbicê, li dijî êrişên AKP-DAIŞ di pêşengiya jinan de berxwedanek heye ku dîrok wê binivîse. Bê eman şer dikin, bê eman li ber xwe didin jin…

Çend hezar salên borî, belkî 5 hezar belkî zêdetir, pergala ku xwe disipêre eqlê zilam serwerî girt destê xwe. Jin têk birin, bi hîle, derew, şer, kuştin û talanê..Civaka jinê belav kir, gund û bajarên wê wêran kirin..Û bi wî rengî zilamê serdest hat ser desthilatiyê. Ji wê rojê ve hebûn li mirovahiyê herimî. Ev eqlê zilam, zilmê, derewê û şer dizê. Dema hevsengiya hebûnê têk bir, bi tena xwe bû her tişt, wê demê qiyamet rabû. Û ev 5 hezar sale, mirovahî qiyameta eqlê zilamê serdest û zalim dijî. Ne tenê jin û civak, xweza jî dibin talan û destdirêjiya vî eqlî de hew dikare xwe ragire. Ev  pergala zalim, dinava 5 hezar salan de destkeftiyên mirovahiyê yên deh hezaran sal tine kir, har û dîn êrişî hebûna cîhanê kir ku hevsengiya cîhana me êdî têk diçe. Û berî her tiştî ev çi eqle ku divê serdemê de dest bi xwarina xwe kir. 

DAIŞ, encama vî eqlî ye. Zilamê zordar û zalime. Destdirêjî, talan, kuştin, şer…Hemûyan bi hevre pêk tîne. Ne tesadufe ku li erdnîgariya jinê lê jiyan ava kirî, civak saz kirî, ev şer pêk tê. JinXn li vir winda kiriye, lewma li vir li hebûna xwe vedigerin. Ji ber vê di esil de ev şer şerê hebûnê ye, ji bo jinan. Çend hezar sale, ev hesap li milekê bû, lê di serê sedsala 21an de, bi pêşengiya jinên Kurd, jin hesab ji vê pergala zilamserwer dipirsin, ji DAIŞê, lê ji hemû pergala zilamserwer. Elbet hesab girane, hesabên dîrokî hene li pişt şerê jinan. Lewma jî bê eman e ev berxwedan. 

DAIŞ li wir, Erdogan jî daynin kêlekê, şerê dijwar yê jinan yek jî li dijî vî zilamê zordar û zalim dimeşe ku tehamulî hebûna jinan nake. Beriya demekê me digot Erdogan û DAIŞ bi rengên cûda xwe eşkere dikin, lê êdî pêdivî bi veşartinê nabîne, eşkere heman rê û rêbazan ferz dike. Ew pergala ku Erdogan dixwaze dibin navê destûra bingehîn de bîne, di esil de ti ferqa xwe ji eqliyeta DAIŞ tine. Lewma jî di 8’ê Adarê de, jinan peyama herî zelal li dijî destûra zilamserwer a Erdogan dan. Jin dibêjin Na. Ma pêkane, jin ji kuştin, talan û destdirêjiya xwe re bêjin Erê. Na, elbetê jin dê bêjin Na!. Starta xebatên jinan yên referandûmê jî bi vî rengî rastî 8’ê Adarê hat û peyam hîn xurttir bûn. 

Nabe ku mirov qala dayîkên Şengalê neke. 3’ê Adarê komên çete yên girêdayî AKP-PDK êrişî Şengalê kirin.  Pêşî jinan bergiriya êrişa dagirkirinê kirin. Tê zanîn, di 3’ê Tebaxa 2014an de, jinan mexdûriyetek pir mezin jiyan li Şengalê. Bi hezaran jin ketin dest DAIŞê, li bazaran hatin firotin, tecawiz, tacîz…Vê care jibo dîrok dûbare nebe, dayîkên Şengalê ketin tevgerê li dijî êrişkaran. Ew dîmenên tijîkirina xendekên çeteyan kolayî, bila di bîra me de bin. Jibo parastina rûmetê, jibo parastina hebûn û azadiyê ew jinên ku hovîtiya DAIŞê dîtine, dê mezin şer bikin. Ji wan bitirsin. Bawer bikin, ewê nehêlin dûbare be dîrok. Hem Bêrîtanê dizanin, dinasin, ew dayîk û jinên Şengalê. Ne pêkane, rûhê Bêrîtanê li Şengalê digere, dayîkên Şengalê bi wî ruhî zend û bendan ba didin li dijî çeteyan. Piştî wan dîmenan, hûn têkçûyîne, bawer bikin. Di hêrsa dayîkan de hûn têkçûn, di berxwedana wan de, hezar car têk çû feraseta we ya dewama DAIŞ…

Û dil dixwaze vê bêje, ev bihar ew bihare, heyran, çi dikin bila bikin jinan xwe pêçaye, li eniya şer, li çolan, li serê çiyan. Ev bihar ew bihare, ku jin dê bi serkevin. Firsenda tola hezaran sal ketiye destê jinan, wê heya dawî herin. Dixwazî ev DAIŞ be, dixwazî Erdogan. Dijberiya jinê, dijminahiya jinê, êdî weke berê sernaxe, têk dibe. Li pêşberî pergala zilam ku bi zorê li ser piyaye, bi krîz û kaosê dimeşe, jin bi pergal bûne, bûne enî, artêş, partî…Ji ber vê weke berê kuştin, talan, destdirêjî ne hêsane. 

Jin ne jinên berê ne, hele jinên Kurd qet. Dinya alem dibîne, temaşe dike û dişopîne bi heyranî. Ev têkoşîna jina Kurd cîhanê li cîhanê carekê deng veda, cihê xwe dît. Tesbîta Rêberê gelê Kurd Ocalan ku digot, sedsala 21an dê bibe sedsala jinan, raste rast pêk tê. Jinên Kurd vê sedsalê dikin sedsala jinan. Biçûk nebînin, nebêjin mubalaxaye. Rastî çiye, ew. Dinya matmayî temaşe dike, çawa lehengên vê sedsalê jin li dijî dijminê herî hov yê mirovahiyê DAIŞ şerek mezin dimeşîne. 
Jin vê pergala cehennem ku qiyametê li me ferz dike, li her eniyê têk dibin.  Dema jinan got, Na, dinyayê dest bi guherînê kir, îro nayên jinan gelek in. Lewma ev guherîn bilez bûye. Ev bihar ew bihare, dûr an nêzîk…