Beriya çendekê dewleta Tirk a dagirker dijminahiya xwe ya li dijî miletê Kurd bi tiştekî kêm dîtî, careke din darîçav kiribû. Cenazeyê Egîd (Agit) Îpek ji dayika wî re di qutiyekê de bi postê şandibû. Ev dijminahiya ji dirûvê mirovahiyê der, ne îstîsna ye û delweta Tirk a li seranserê Kurdistanê dagirker vê her roj nîşan dide. Bombekirina wargeha penaberan a li Mexmûrê hîna doh, girtina xizmê Ceylan Onkolê (Îlona 2009’an hîna 12 salî eskerên qereqola nêzî gundê wan Xirabeyê ew bi topa hawanê qetil kiribû), Ferhat Onkolî û weke ku “terorîstek” hatibe “bêtêsîrkirin” nîşan da. Ev çend mînak yên doh in. Yanî dewamîbûna zilmê li dijî Kurdan ji bo dewleta Tirk esas e. Lê Kurd û mirovên pêşverû vê yekê qebûl nakin û nerazîbûna xwe her xuya û darîçav dikin. Îro li Stenbolê ANYAKAY-DER’ê nerazîbûna xwe ji ber bêîhtîramiya beramberî cenazeyê Egîd Îpek û dayika wî nîşan da û xwest kesên ji bûyera bi qotiya postê şandina cenaze ji dayikê re berpirsiyar bên dadgehkirin. Dewlet êşkencê dewam dike Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatolê (ANYAKAY-DER) têkildarî vê bêhurmetiyê û sûcê li dijî wicdanê mirovahiyê, yanî bêhurmetiya li cenazeye Egîd Îpek daxuyaniyek li avahiya Komeleyê ya li navçeya Fatîh a Stenbolê da. Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Sûltan Karasû daxuyanî da û destnîşan kir ku şandina cenazeyê Egîd Îpek bi kargoyê dewama bêrêziya li cenazeyên Taybet Înan, Haci Bîrlik, dayika Aysel Tûglûk e û got: “Ev feraseta îşkenceyê ye. Ev yek di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne. Ev êrişeke hovane ye. Em dixwazin derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn were destpêkirin û ew werin dadgehkirin. Em vê kirina hovane şermezar dikin. Ev hiqûq û rêbaz li ti devera cihanê û di ti kitêban de nîne.” STENBOL