Plastîk yek ji belayên mezin ên dinyayê ye. Ji ber ku jihevdexistina wê ya biyolojîk bi sedsalan dewam dike û niha li okyanûsan, li ser erdê û heta di nava ava me ya vexwarinê de, li her derî tesîreke neerênî li siheta xweza û insanan dike. Ev demek e li rêyên kêmkirina çopa plastîk, rêyên jihevdexistina wê ya biyolojîk tê gerîn. Bakteriyên plastîkê ji hev dixin, berê hatin kifşkirin, lê ji bo dinyayek plastîk, ew zêde bi kêr nayên. Niha mêşvanekî ku di heman demê de zanyar e, bi tesadûfê bi ser kurmikan ve bûye ku plastîkê dixwin. Ka wê çi qasî ji vê belayê re bibin derman, kes nizane, lê ev kurmikên hanê, esas parazîtên ku şem´a di kewarên mêşên hingiv de dixwin. Jixwe ji wan re kurmikên şem´ê tê gotin.

Mêşvan tesadûfî bi ser ve bû

Mêşvan û Biyolojîst Federica Bertocchini, a li Înstituta Biyotibb û Biyoteknolojiyê ya Cantabria, ya li Welatê Baskê, rojekê tesadufî wan kurmikên ketine kewarên mêşên wê, dixe kisîkên plastîk. Piştî bi çendekê berê xwe didiyê ku kurmik ji wî kisîkî derketine, û wan kisîkê plastîk xwariye. Di encama lêkolînê de derdikeve holê ku bakteriyên çê yên di nav sîstema kurmik a hezm û serfkirinê de dikarin plastîkê jî ji hev de bixin. Ev bakteriyên çê ku weke mîkrobiyoman tên binavkirin ji bo siheta gelek heywanan û insanan jî diyarker in.   

Li gorî Profesorê Alîkar ê li Zanîngeha Brandonê ya li Kanadayê, Christophe LeMoine, ev pêvajoya jihevdexistina plastîkê di encama sînerjiya kurmikan û bakteriyên çê de bi lez dibe. De ya xêrê, ka em binihêrin, ka bê ma ev kurmik wê me û plastîkê ji hev xilas bikin yan na!

 

NAVNEDA NÛÇEYAN