Meşeke hingiv a kêmdîtî aliyekî wê nêr e û aliyê din mê ye. Û ev dabeşbûna hanê jî tam di nîvê bedena wê re dibe. Ev rewşa hanê ku weke jînandromorfî (gynandromorphy) tê binavkirin, di nava gelek cureyên heywanan de heye. Ev mêşa hingiv a hem nêr û hem mê, di kewareke li daristana Girava Barro Colorado a li Panamayê hatiye dîtin. Lêkolîneran jî encamên lêkolîna xwe ya li ser vê mêşa nêremê di kovara pisporiyê Journal of Hymenoptera Research de weşand. Lêkolîneran ev kewar dişopand. Gava mêş ji hêkê (larvayê) derket û mezin bû, hê nû pê hisiyan ku nêremê ye. Di vî cureyê mêşê hingiv de (Megalopta amoena) ev yekem mêşa hingiv a nêremê ye. Serê mêşê li aliyê mê antêneke ber bi pêş ve ye û çena wê ya jêr jî mezintir û xurttir e li aliyê mê. Lingê mêşê jî li aliyê mê dirêjtir in û bêhtir bi pirç in. Ev rewşa hanê di heywanan de dikare weke vê mêşê ji jor ber bi jêr ve heywanê di nivî re bike du qet, lê dikare li rastê ber bi çepê ve jî heywanê bike du qet. Di hin rewşan de jî weke mozaîkekê xwe dide der, lê ev rewş kêmtir e. Ev nêr û mêtî ne tenê ya xuya ye, di nava heywanê de jî xwe di organan de jî dide der. NAVENDA NÛÇEYAN