2´ê Kanûnê topên qirkeran ên li ezmanê Kurdistanê kirin gurmîn canê 8 zarokan stendin. Şehîd doh li Til Rifetê bi beşdarbûna hezaran Kurdistaniyan li nava erda pîroz hatin danîn.
Dewleta Tirk a qirker, 2´ê Kanûnê berê topên xwe yên li ser Kurdan berdan. Topên li ezmanan kirin gurmîn di nava koma zarokan de teqiyan. 10 kes şehîd bûn û 8 ji wan zarok bûn. Jixwe ev heman zarok ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar mabûn koç bikin û li dewrûbera Şehbayê bi cih bibin.
Cenazeyên van pakrewanan doh ji aliyê hezaran ve hatin definkirin. Jixwe cenazeyên wan ên li kêleka hev di nava betaniyan de pêçayî û şehîdên Roboskî yên li nava betaniyan pêçayî anîn bîra mirov. Gelek tiştên wan yek bû. Ew giş zarokên Kurdan bûn. Ew hemû ciwan û zarok bûn. Li ser erda welatê xwe koçber bûn. Li ser axa xwe qaçax bûn. Dijminê wan jî yek bû. Dijminê mirovahiyê; dewleta Tirk a dagirker û qirker bû.
8 zarokên agir û rojê
Li dinyayê qala gelek şeran tê kirin. Şer jixwe tiştekî xirab e. Lê her tim di şer de sînor û pîvan hene. Lê dinyayê bi dewleta Tirk nas kir ku ti sînor û pîvanê wê tinene. Dewleta tirk a ti pîvanê nas nake, nabêje ev zarok e, jin e, kal û pîr e. Ji ber ku ji mirovbûnê bêpar e. Ev dewleta Tirk a qirker 2´ê Kanûnê destê xwe li xwîna 8 zarokên agir û rojê gerand. Ev zarok kî bûn û çend salî bûn:
1. Hisên Abdulha Kildedo - 74
2. Ali Mehmud Osman - 63
3. Mihmed Ali - 11
4. Mistefa Mihmed Mecid - 10
5. Mihmed Haci Omer-7
6. Arif Cafer Mihmed - 6
7. İmad Ehmed Kêfo - 9
8. Abdul Fetah Aliko - 3
9. Semir Abdurihman Hiso - 12
10. Mihmed Adulriham Hiso - 15
ANHA/ŞEHBA