EHMED SEMÎR / ANHA / QAMIŞLO

Amadekariyên vekirina yekemîn nexweşxaneya dil û çav li ser asta herêma Cizîrê tên kirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê, amadekariyên vekirina yekemîn nexweşxaneya dil û çav li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo dike.

Komîteyê ji beriya 3 salan ve bingeha nexweşxaneyê daniye, tê payîn ku nexweşxane du mehên din bikeve xizmetê.

Rêveberê nexweşxaneyê Mihemed Kermo armanca vekirina nexweşxaneyê diyar kir û got, “Me xwest alîkariya welatiyên herêma Cizîrê bikin, ji ber ku nexweşxaneya van nexweşiyan li vir tine ye, nemaze ku nexweş derdiketin derve û mesrefeke giran dikirin.

Pispor hene

Mihemed Kermo destnîşan kir ku amadekariyên nexweşxaneyê di merheleyên xwe yên dawîn de ye û tê payîn ku du mehên din, nexweşxane were vekirin, xizmetê bike. Kermo da zanîn ku wan alîkarî ji rêxistinên derve negirt, Desteya Tenduristiyê budceya nexweşxaneyê û peydakirina alavên wê girte ser xwe.

Li ser kadroyên ku dê di nexweşxaneyê de bixebitin, Kermo destnîşan kir ku kadroyên pispor di warê çav û dil de hene, xwendekarên Akademiya Rojava ya Tenduristiyê di demên pêş de dê di nexweşxaneyê de werin xebitandin û wiha domand: “Doktorên di warê dil û çav de dikarin di nexweşxaneyê de kar bikin, me vexwendname ji gelek bijîşkên herêmê re şandine da ku di nexweşxaneyê de kar bikin.”