Serokwezîrê Tirk, di gera Sêrt û Silopî de, sîyaseta yek-yekan dubare kir, ji sedema ku çend Kurdan, dengê xwe bilind kirin û îşaret bi siyaseta kujerî kirin, Erdogan bi zimanê sergerdeyên kolanan got; “hun nankor in, nan bi dest we nediket, dema em nan didine we, hun destê xwe lêdidin”. Ev gotin, ji bo Kurdên ku tucaran destên xwe li ber dewletê venekirine giran in. Şeniya Tirkiyê baş dizane ku, Erdogan, bi pêlava “meqabê” dest bi siyasetê kir, îro zarokên wî xwedî yat û marîna ne. Lewma dergehê dewletê, ji bo Erdogan û zarokên wî, ji bo kesên li derdora wî, lutufkarî ye. Lê dergehê dewletê, ji bo gelê Kurd, di her dem û dewranan de, dibin her cûre hoy û mercên giran de nebûye lûtufkarî. Wajî vê, bûye dergehê kuştin, wêranî, koçberî û asimilaysonê. Gelê Kurd her dem û dibin her cure şertan de, xwe ji xweliya xwe afirandiye û germahiya wê afirgeriya xwedawendî dane dewleta Tirkiyê jî. Lewma gotinên Erdogan giran in.
Erdogan ji bilî bombardumana ji erd û ezman, ji bilî kuştin, winda kirin, girtin, talankirin, koçberî û hakaretê çi daye gelê Kurd?
Xala duyemîn: Erdogan, li Silopî di nava protokola dewşirme Mehmet Şimşek, Muammer Guler û Egeman Bagiş de, serok-çete û kontrayê jitemê Kamîl Atak jî rûnand. Kontra û serok-çete jitemcî Kamîl Atak, kujer e û destên wî di xwîna Kurdan de heye. Dewşirmetî vîrûsek e, eger kontra û çete jî di nava artêşa vîrûsan de cih bigirin û her du basik dibin baskên Erdogan de werin parastin, Kurd çiqasî gumanan bikin mafdar in. Wê bi guman li Erdogan û projeyên wî binêrin.
Ne dewşirme, ne jî kontra û çeteyên jitemê, ne jî siyaseta ku van her du vîrûsan xwedî dike, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û nikare bibe hawariyê demokrasî û edaletê. Xala sêyemîn; Dewşirmetî redda nasnameyên cûda ye. Bê binyat in û dixwazin her kesî pîç û bêjî bikin. Çete û kontrayên jitemê jî redda demokrasî û edaletê ne. Çete û kontra jî xwe dikine dewsa edaletê û demokrasiya wan jî zor e.
Orîjînalîteya her du aliyan bi demê û mafan re nine. Bersiva wan ya li hemberî daxwaz û mafan înkar û tunekirin e.
Xala çaremîn; Receb Tayyip Erdogan, çiqasî zewaca xwe ya bi Emîne Xanima Sêrtî re, weke “hej jê kirina Kurdan, Tirkan û ereban” bi nav bike jî, Kurd baweriyê pê nayînin. Ji ber ku, zewaca Erdoganê dewşirmeyê Derya Reş û Emîne Xanima dewşirmeya Sêrtî jî, li gorî mekanîzmeya netew-dewleta Îttîhadî hatiye dizayn kirin.
Xala pêncemîn; Gêra Erdogan ya Sêrtê û Silopî, parçeyek ji proje û sîyeta nû ya Erdogan e. Ev proje û siyaseta Erdogan, aliyekî wê “faşîzma alê” ye, aliyekî wê “faşîzma yek-yekan” e û bi cil û gotinên nû hatiye xemilandin. Lê encama her du faşîzman jî faşzîma reş li kolanan e. Ev mekanîzmeya ku komkujiya Roboskê pêkanî ye û di heman demê de Rapora Roboskê jî amade kiriye ye. Ev proje û siyaseta Erdogan, komkujiya li Parîsê pêk aniye û di heman demê de dîplomasiya bazirganiya ku kire partîkê ye.
Mekanîzmeya dewşîrmetiyê ya, kontra û çeteyên jîtemê, ligel Tansu Çîller çibûn, ligel Erdogan jî ew in û di protokola dewletê de têne rûnandin.
Ev xal teva tehdîdên nû ne.
Erdogan, generalekî sifîl e û wek “erkan”ekî faşîst haraket dike. Ya rastî, ev helwest jî bermayiya siyaseta klasîk ya dewleta Tirk e û weke her serokwezîrê Tirk, Erdogan jî di çerxa ideolojya netew-dewletê de hatiye “tîmar” kirin. Îro, li Tirkiyê siyaset nîne, karîzma Erdogan û faşîzma Îttîhadî heye.
Kurd jî mecbur in, siyaseta Erdogan, li gorî mîsyona nû ya Îttîhadî û rengê kesk bixwînin. Ji ber ku serdana wî ya Silopî û di protokolo de rûnandina Kamîl Atakê kontra, biqasî îxraca hêzên çete û paramilîter ya Serêkaniyê watedar e. Gotinên Erdogan yê radîkal jî, nêzîkbûna wî ya li hemberî nasnameya Kurd û rastiya Tirkiyê eşkere dike. Rejîma Erdogan biqasî rejîma Baasê, biqasî rejîma Mollayên Iranê metirsînî ye û li ser bingeha inkar û tûnekirinê hatiye avakirin. Bi vê mebestê, gelê Kurd di pêvajoya nû de jî bi guman li Erdogan dinêre.
Binêrin; Erdogan di pêşbaziya bi muxalafetê re, “AL” kiriye sembola xwe û “faşîzma al”ê dimeşîne. Ev sembola faşîzan jî klasîk e, li Sêrt û Silopî jî kire pratîkê. Ev mekanîzmeya eskerî ye û di her darbeya eskerî de dihate bikaranîn. Îro jî li dijî mafên Kurdan û di çarçoveya nijadperestiya hişk û radikal ya “Tirkîti”yê de, Erodgan bi kar tine. Hinek kes û derdor vê rewşê weke manîpilasyonê bi nav dikin. Lê tenê ne ev e, kûrtir e. Aliyekî wê nexweşî ye, aliyekî wê jî despotîzm me. Bingeha her du aliyan jî faşzîm e û metirsînî ye. Faşîzm û çareseriya pirsgirêkan jî diyar e.
Erdoganê ku kina li dijî Birêz Ocalan bi tecrîda giran dimeşîne, hêviyên xwe bi dewşirmeyan, bi kontrayên jitemê ve girêdaye, parlamento jî berteref kiriye. Lewma biryarên derbarê pirsgirêka Kurd de, nabe parlamento û pêşengîtiya biryarên kanunî, meşrû û dîrokî, pêşengîtiya demokratîkbûna Tirkiyê jî nake.
Du armancên Erdogan hene; Yek, dagirkeriya Kurdistanê!.. Ji bo vê jî Qendîl kiriye hedefa xwe. Du, dagirkirina dewletê!.. Ji bo vê jî her enî, her hêza dewletê li gorî îdeolojiya kesk, ji nû de sazkar dike.
Lewma ev pêvajo ji bo şerekî dijwartir avis e.
Ev pêvajo ji bo şerekî dijwar avis e
Tecrîda li ser Birêz Ocalan 590 roj derbas kirin.