
Li gorî madeya 16'emîn ya Qanûna Înfazê ya Cezayê Aksoy ji ber ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne divê bê berdan, lê hem qanûn pêk nayê hem jî Aksoy nayê dermankirin.
Fatma Tokmak a ku li Kocaeliyê di 1996'an de dema ku li malake mêvan bû bi kurê xwe yê 2 sal û nîv ve hatibû bbinçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatiye jî di nava 9 salan de bi pençeşêrê ket. Tokmak hate berdan lê ji ber ku doza wê berdewam dikir cezaya muebetê lê hate birîn. Ji ber vê yekê jî li gel ku nexweş bû jî careke din xistin girtîgehê. Ji bo Tokmak bijîşkan rapora "rîska wê ya jiyanê heye, divê bi rêk û pêk bê dermankirin" dan lê li gel vê yekê jî rayedaran bersivek nedan. Piştî hewldanên parêzeran Tokmak şandin Saziya Tiba Edlî lê li gel ku salek derbas bû jî ji bo Tokmak rapor nehat dayîn.
Li gel nexweşiyên ku dibin sedema mirinê ji rayedarên girtîgehê tê xwestin girtî serbest bên berdan jî girti nayên berdan û gelek girtî li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin. Di 10 salên dawî de li girtîgehan 2 hezar û 670 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest da. Her wiha li dijî vê yekê saziyên wekî ÎHD, MAZLUM-DER, Odeya Tabîban, TUAD, TUHAD-FED, THAY-DER, MEYA-DER, tenê bi daxuyaniyan çapemeniyê bertekên xwe anîn ziman. Ji bilî daxuyaniyan tu xebat nehatin kirin. Her wiha rewşenbir, nivîskar û ronakbir jî denê bi daxuyaniyan bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman.Çalakiya jinan ku ji bo jinên girtî û nexweş ku 5 meh berê dest pê kir jî bi wasî dihat xwestin bandorek li ser civakê û rayedaran çênekir.
DÎHA/STENBOL