Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif ya li Efrînê diqewime wekî qirrkirinekê bi nav kir û di serî de Rûsya ji hêzên navneteweyî re jî got, hûn hevkar in. Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif da xuyankirin ku veguhestina çeteyên Feyleq El-Rihman ji Xûtaya ber bi Efrînê ve qirkirineke etnîk li dijî gelê Efrînê ye û got, „Armanc jê guhertina demografiya herêma Efrînê ye.“ Foza Yûsif, da zanîn ku dewleta Tirk bi îtîfaqa Rûsya ji bo guhertina demografiya herêma Efrînê tevdigire û wiha peyivî „Li gorî agahiyan, çeteyên Feyleq El-Rihman ji Xûtaya Rojhilat ber bi Efrînê ve hatine veguhestin. Em dikarin wisa pênase bikin ku Efrîn rastî qirrkirineke etnîkî tê.“ Meclîsa xayînan Yûsif li ser mijara avakirina meclîsa Dîlokê bi navê birêveberina Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ve, got, „Ji bo meclîsa xayînan ku amadekarî jê re tê kirin, nûnertiya îradeya gelê me nake. Kesên ku cihê xwe di nava vê meclîsê digirin bazirganiyê li ser xwîna gelê me dikin. Gelê me hesab wê ji wan kesan bixwaze û wê wan efû neke.“ Hê helwêsta xwe nîşan nedane Foza Yûsif, her wiha anî ziman ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) hê jî helwêsta xwe ya derbarê ajanên çeteyan de ku bi Erdogan re zarokan dikujin û bi sed hezaran sivîlên Efrînê koçber kirine, diyar nekiriye. Civaka navdewletî berbirsyar e Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de, got, „Civaka navdewletî û NY`ê ji qirkirina etnîk, koçberkirin, guhertina demografiya herêmê ya ku ji aliyê Rûsya û Tirkiyeyê ve li Efrînê tê kirin, berpirsyar in. Lewma divê erka xwe ya li beramberî gelê me yên Efrînê bi cih bînin.“ QAMIŞLO