
Li ser operasyonên qirkirina siyasî, ku pêr li dijî siyasetmedarên HDP û DBP’yî yên li Stenbolê hatin kirin, li avahiya HDP’ê ya Bajarê Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya hevpar ji aliyê DBP, HDP, HDK û TJA ve hat dayîn. Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û destnîşan kir, ku ev operasyon li dijî kampanya ‘NA’ ye. Koçyîgît got: “Lê ev operasyon nikarin xebatên me rawestînin. Ev operasyon wê biryardariya me xurtir û zelaltir bike. Em vê operasyonê ji gefên li kolanan li dijî kesên kampanya ‘Na’ dimeşînin cuda nabînin. Dixwazin xebatên ‘Na’ rawestînin. AKP di bin navê ‘Em endamên FETO tesfiye dikin de zanyar û aliman îxrac dike û êrîşî wan dike. Zanyar û alimên ku diyar dikin ku ev pêşnûmeya Destûra Bingehîn li dijî peymanên Navneteweyî ne tên tesfiyekirin. Ev rebeniya AKP’ê nîşan dide. Yên dibêjin ‘Na’ dixwazin wan ji hev belav bikin.”
STENBOL