Qetwan piştî karê xwe yê dibistanê xilas dikir, dest bi nîvisandina helbestan dikir û helbestên wî jî li ser hestên wî yên derbarê welat, jiyan, doza gelê Kurd bûn. Her wiha Qetwan li gel nîvisandina helbestan jî li tembûrê dixist.
Qetwan piştî ku xwendina xwe ya asta navîn diqendîne, ji ber rewşa aborî ya malbatê û li malbata xwe (9 kes) berê xwe didin Şamê. Li wir jî Ibrahîm dizewice û berpirsiyartiya wî li hemberî alîkardayîna malbatê zêdetir dibe. Ji ber vê yekê jî dest ji nîvisandina helbestan û lêdana tembûrê berdide.
Qetwan zêdetirî 25 helbestan bi zimanê erebî dinivîse. Li ser nivîsandina helbestan wiha dibêje: “Hezkirina min ji welat, girêdana min bi doza gelê min re hişt ku ez helbestan çêkim. Di hemû helbestên xwe de min êşa gelê xwe dirijand ser deftera spî.”
Di pêvajoya şoreşa Rojava de Qetwan careke din dest bi nîvisanidina helbestan dike ku berxwedan û îradeya gelê Kurd di şoreşa Rojava de tînin ziman.
Qetwan li ser nivîsandina helbestan di dema şoreşê de jî weha peyivî: “Destpêkê helbestên min piraniya wan li ser êş û azarên gelê Kurd bûn. Lê serkeftinên ku di pêvajoya şoreşê de ji bo min girîng bûn, pêwîst bû ku ez li ser wan serkeftinan jî helbestan binîvisînim.”
Qetwan diyar kir ku dema ew ji Kobanê derket û ber bi Bakûrê Kurdistanê ve çûn, tehemulî jiyana li wir nedikir. Piştî ku karê xwe diqedand êvarî dest bi nivîsandina helbestan dikir. Helbestên wî li ser koçberiyê, dûrketina ji welat, cangoriyên azadiyê û berxwedana Kobanê bûn.
Lê ji ber rewşa aborî, Qetwan nekarî helbestên xwe çap bike. Lê Qetwan dîsa jî dest ji nivîsandina helbestan berneda û hemû helbestên xwe li ser sernîvîs û kaxezan dinivîse.