
Ayumi Takeda dildareke muzîka Kurdî ye. Ew dibêje muzîka Kurdî xwedî efsûn û sehreke veşartî ye. Melodiyên biêş û rîtmên zîndî yên muzîka Kurdî evîn a Ayumî Takeda. Ew evîndarî li Japonyayê jî dewam dike. Takeda lêgerîna xwe di muzîka Kurdî de her didomîne, dikeve şopên deng û reqsên nû. Ayumî Takeda bi dilgermî pirsên me yên derbarê danasîna xwe bi muzîka Kurdî û baldarî û pêwendiya muzîkjenên Japonî bi muzîka Kurdî re bersivandin.
Tu çawa pêrgî muzîka Kurdî bûyî û li kîjan amûrên muzîkê dixî?
Dema ku ez bi “dolmîşê” ji Qersê diçûm Wanê di nîvê salên 2000´î de ez pê hisiyam ku muzîka di dolmîşê de guhertiye, ji ya Tirkî ya ku min berê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bihîstibû. Teknîka qirikê û xetên melodiyê tesîreke mezin li min kirin. Ev yekemîn rasthatina min bû bi muzîka Kurdî re. Paşê li Amedê û Japonyayê min dest pê kir hin albûmên Kurdî berhev kirin; Aynur Dogan, Şivan Perwer, Issa Hassan û yên din. Lê belê pêşî li Elmanyaya ku ez du salan lê mam ez bi rastî pêrgî muzîka Kurdî hatim. Li devera Rhein-Mainê ku ez lê dimam, min dest bi fêrbûna lêxistina defê kir ji Alî Erel ê ji Dêrsimê û mamosteyê wî Babak Massali yê ji Gîlanê ez fêr bûm, û min dest pê kir tevlî çalakiyên muzîkî yên Kurdan bibim. Ez, divê malavahiya koma defê ya Alî û koroya zarokan a li Darmstadtê bikim, lewma bi wan re min karî bû weke defjenekê beşdarî muzîka wan bibim û muzîka Kurdî di peywendeke firehtir de nas bikim. Min di Newroza 2011’an de li deholê jî da ji bo hevalan; dehol timî dildariyeke min bû. Di demên dawî yên mana min a li Elmanyayê min Dilêr Kemanger ê ji Sine nas kir ku li kemança ji rojhilatê Kurdistanê dixist, mîrateyeke din a muzîka Kurdî. Muzîka Kurdan ne bi tenê ji bo guhdanê ye, bi awayekî zindî mirov bi hev re stranan dibêjin, li amûran dixin, direqisin, bi bîr tînin û li hev tînin… Danûstandina xurt di nava vê muzîkê de tişta herî darîçav e.
Tişta ku dike tu li Japonyayê elaqedarî muzîka Kurdî bibî çi ye? Çima ev qasî keftûleft?
Ev tecrûbeya beşdarbûna muzîka di nava xelkê de tesîreke diyarker li ruhê min kir. Dema ez vegeriyam Japonyayê ez bi hesreta wê yekê mirim ka çawa mirovan muzîk diafirand... Bi govendê, bi dikên hunerî yên cihê, bi êvarên muzîkê yên spontane û xweber. Ew hîs bi min re peyde bû ku tiştekî esasî ji min kêm e. Valahiyeke mezin di hinavên min de hebû. Êdî nizanim gelo ew hevalên xwîngerm, yan kolektîvîte bû, nizanim gelo hevgirtina di nava muzîkê de bû yan jî tiştekî din… Ya bi min diyar bi xwe ew bû ku li Tokyoyê ti şensê min nîne ez xwe bigihînim wê.
Hinge hevalekî min ê ji Bahreynê ku li Ûdê dixist ji min re behsa neyzenekî ji Îranê kir ku li meqamên Kurdî jî dixe û ji mêj li Tokyoyê xwendiye. Mal xwedê ava, min Sia yê ji “Kordestanê” bi xêra torên civakî yên Îraniyan nas kir. Sia salên 80’yî hatiye Japonyayê û niha jî li vir bi cih bûye. Pir kêfa Sia hat dema dît ku ez bi hisa Kurdî li defê dixim û ne bi tenê weke “derbikeke” aliyek vekirî. Tecrûbeya li ber neyê lêxistina li defê ez heyranî xwe kirim û kir ku ez bikevim nav hawîrdora muzîka Kurdî û Îranî li Japonyayê îcra dike.
Gelo derdorek heye ku Japonyayê ku di nava muzîkjenên Japonyayê de veguherîbe meydana muzîka ji Rojhilata Navîn û nexasim a ji Kurdistanê? Heke hebe hosteyên wê kî ne?
Zanyarê Japonî yê muzîkê Dr. Ayako Tatsumura di gelek gotarên xwe de dibêje “ti milet nabe ku li ber Kurdan werin girtin, dema mesele girêdana wan a bi muzîkê re ye”. Wê, sala 1978’an li Mehabadê lêkolîneke meydanî bi rê ve bir li ser muzîka Kurdî. Li ser vê wê sala 1980’yî gotarek bi Ingilîzî weşand li ser muzîka Kurdî, lê mixabin behsa derdora elaqedarî vê muzîkê li Japonayayê kêm kir.
Amûrên ji rêûresmê yên japonî bi xwe, bi koka xwe ji Rojhilata Navîn tên, di ser rêya hevrîşm re gihiştine Japonyayê û ev der bûye mala wan. Bêhtirî hezar salan rêûresmeke şairan hebû; jin û mêrên kor bi bîwa (dişibe ûdê) û paşê bi şamîsen (dişibe tarê) gund bi gund digeriyan û stran, kilam û çîrok digotin. Bi modernbûna sedsala bihurî re ev rêûresm ji holê rabû û tesîra muzîka rojavayî ji “klasîkê” heta bi “jazz” û “rockê” serdest bû. Li hemberî vê ji salên 60’î û pê ve etnologekî muzîkê Fumio Koizumî bi dildarî ji seranserê dinyayê muzîkên gelêrî dan nasîn, û elaqeya wî jî herî zêde li ser Hindistan û Îranê bû. Bernameya wî ya radyoyê bingehek ava kir ji bo “muzîka cîhanî” di nava guhdarên muzîkê yên Japonî de.
Hirotaka Konto jî di salên 1990’î de kir ku muzîka dinyayê li dikanên mezin û navdar ên muzîkê li Japonya peyde bibin. Niha li ser înternetê malpereke wî ya ku li ser muzîka ji dinyayê difioşe Heye. Wî pêşî muzîka Îranî bi rêya bernameyên radyoyê nas kiribû. Piştre jî muzîka Kurdî; di ser Emerîkayê re wî Kamkaran nas kirin û nexasim di ser Franseyê re rasta muzîka Kurdî hatibû: “Koma Zozan”, “Musique du Kurdistan Vol.1-3” ya Al Sur. Di heman demê de Yoshiyuki Fujii yê ku ji salên 80’yî ve li tenbûrê dixe, ji Tirkiyeyê kasetên muzîka Kurdî anîbûn dikana xwe. Wî bi xwe hez dikir li Koma Şîrvan û Şivan Perwer bihisîne.
Herçî hawîrdora elaqedarî vê muzîkê, û li vê muzîkê dixe beriya qederê bi 20 salan li restoran û xwaringehên ji Rojhilata Navîn dest pê kir. Reqasên Ereb li van cihan têkiliya qut a di navbera muzîk û bedenê de ji nû ve ava dikir. Hin Reqasên jin ên ku awayê Tirkiyeyê tercîh dikin hez dikin li muzîka Kurdî a ji Tirkiyeyê bihisînin. Lê reqas hîna muzîka govendê nas nakin. Fujii ji salên 90’î ve li “Canê Canê” dixe, lê belê hîna ew weke muzîka reqsê nayê dîtin.
Herçî hoste ne, mirov nikare îşaret bi kesekî bike, lewma kesê hez dike xwe bi pêş bixe yan bi xwe fêr dibe yan jî diçe Rojhilata Navîn. Pişre jî di tevneke sist a muzîkjenan de cihê xwe digire.
Kîjan muzîk û kîjan amûr di nava vê derdora muzîkjenan de derdikevin pêş? Meqam yan jî hin dibistanên taybet hene?
Muzîka Erebî ya herî belav e, lewma vê derdora muzîkê bi reqasên Erebî dest pê kiribû. Ji ber vê jî, di bin navê muzîka ji Rojhilata Navîn mirov rastî muzîka Erebî tê. Weke enstruman ji ûdê tê hezkirin, gelek kes xwe fêrî dikin û lê dixin. Weke perkusyonê jî teblik (derbûqe) belav e. Pirr kêm jî be yên ku li ney, qanûnê jî dixin hene. Herçî potensiyala guhdaran a muzîkjenên ji Tirkiye, Îran û Kurdistanê kêmtir e. Lê belê tembûrjenekî me heye, Fujii, ew li Tirkiyeyê fêrî lêxistina tembûrê (sazê) bûye. Lê bi giştî ji amûrên melodiyê bêhtir ên perkusyonê belav in.
Herçî muzîka ji Îranê ye guhdarên wê ne bi tenê Japon in. Îranî jî hene. Lewma salên 80’yî demekê di navbera Îran û Japonyayê de vîze nebû. Ji ber wê jî ji Îranê gelek kes ji bo kar hatin Japonyayê. Beşek ji wan li Japonyayê ma ew jî qederê 5000 mêrî ne ku bi jinên Japonî re zewicîn. Ji ber wê jî mamosteyekî santûrê heye li Osaka. Li bajarê mezin Tokyoyê jî mamoste û hosteyên santûr, tombak, ney, sêtar û tarê hene. Ev deh sal in ku komeke muzîkaofiyan bi nav Sufi-Musik Ensemble heye û ew timî li dawiya performansên xwe besteyeke Kurdî jî pêşkêş dike.
Hin hosteyên amûran diçin Tehran da ku sîstema muzîkê rast fêr bibin. Weke Shuichi Kitawagi ku ji sala 2008’an ve li ber destê Hosta Elî Ekler Muradî fêrî meqamên kevin ên Kurdî dibe ku koka xwe ji civaka Ehlê Heqq digirin. Keiku jî jinek e kukariyera we bi muzîka Hindistanê dest pê kir. Wê jî dem ku li Tehranê muzîka Îranî a klasîk dixwend muzîka Kurdî a ji Kermanşanê nas kir. Herduyan jî tembûr weke amûreke pîroz a Kurdî nas kir. Dema vegeriyan Japonya jî muzîka tembûra Kurdî dan nasîn. Ez hin hezkerên kemançê nas dikim ku dildarên Kayhan Kelhûr in.
Gelo konser jî tên organîzekirin? Ji Rojhilata Navîn û Kurdistanê muzîkjen tên vexwendin?
Herçî performansên piçûk in li gelek xwaringehan pêk tên, lê konserên mezin ne wisan e. Xebatkara berê ya Weqfa Muzîkê Arionê, Kazou Iida, ji min re got, “heta destpêka salên 90’î gelek festîvalên muzîka dinyayê bi alîkariya Made dihatin organîzekirin”. Heta niha komên mezin ên muzîka Kurdî du caran hatine vexwendin di vê çarçoveyê de, “Koma Seid Elî Xan” ji Kermanşanê bû ku sala 1994’an hatibû û ya din jî “Şahram Nazerî” bû 2006’ê tevlî festîvala havînê ya muzîkê ya Tokyoyê bû. Konto alîkar dibe lê Ida bi xwe bi ser ve dibe ku muzîka Nazerî ya bi navê “Şahnameya Kurdî” gelekî hêja ye.
Nina weha diyar e ku kêm derfet hene ji bo fînansekirina festîvalên muzîkê yên bi vî rengî. Festîvala havînê ya muzîkê ji 2009’an û vir ve hew tê lidarxistin. Weqfa Muzîkê Arion jî sala 2013’an xwe fesix kir. Dîsa jî di çarçoveyên piçûktir de hewldan hene ku hin konser bên organîzekirin. Keiku sala 2011’an malbateke muzîkjen a Kurd malbata Ranaî vexwend. Keiku li ser muzîka wan ji min re got, “lêxistina tembûrê ya malbata Ranaî tesîreke mezin li muzîkjenên amûra ‘Tsuragi-Shamisen’ kir. Malbata Ranaî jî kêfxweş bû ji ber ku hem rîtm û hem melodiyên herdu rêûresman dişibin hev´”.
Siberoja muzîka Kurdî li Japonyayê wê çawa be, gelo ew ê bike ku peywendiyek di navbera Japonya û Kurdistanê de peyde bibe? Tu nîşanên vê yekê hene?
Ez ji cihê mayî bersiva we bidim. Dema ku min li Elmanya li pêşberî hevalên xwe yên ji Kurd straneke ji herêma Tsuragi got, bêyî ku gotinekê jî fêm bikin hin hevalên min giriyan. Stranbêjeke Japon a ku bi min re hat û guh da performansa me ya muzîka Kurdî li qehwexaneyekê ji min re got, “û di dawiyê de tişta ku ez ji mêj ve lê digeriyam, min dît.” Straneke muzîka Japonî ku me bi gîtar, keman û defê pêşkêş kir gelekî li xweşiya hevalên Kurd çû. Li gorî pisporeke kemanê a ji Rojhilata Navîn ev muzîk bi meqam Kurdî ye. Junzo Tateiwa yek ji perkusyonîstên sereke ye li Japonya, ew gelekî hez ji muzîka Kurdî dike. Li gorî wî sêhr û efsûna muzîka Kurdî di deng û melodien biêş û rîtmên zindî yên dehol û defê de ye. Ji ber van tecrûbeyên xwe, ez hizir dikim ku li cem me li Japo nya, ji bo muzîka Kurdî hestiyariyeke kolektîf heye, lê belê pirsgirêk danasîna muzîka Kurdî ye. Keiku bi xwe spontanebûn û xweberbûna muzîka Kurdî di jiyana rojane de derdixe pêş.
Ez hêvî dikim ku em karibin ji sînoran û wê de tevnan ava bikin û fersendan ava bikin ku muzîkjenên muzîka Kurdî vexwînin Japonyayê. Tecrûbeya yekser a bi muzîka Kurdî re dibe ku ne bi tenê perspektîfa beramber kokên xwe, lê belê ya beramber jiyana xwe jî bide guherandin. Divê ev di heman demê de nihêrîna me ya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî biguherîne.
Ayumi Takeda ki ye?
Xwendekara doktorayê di beşa civaknasiyê ya Zanîngeha Hitotsubashi Lêkolîna wî li ser têkiliyên ji dewletan û wê de ya Diyasporaya Kurd bi “welêt” re ye. Wekî din elaqedarî pêvajoya bipêşketin û jihevcihêbûna muzîka Kurdî li derveyê welêt e jî. Ew dildareke defê ye û dibêje, “ez ê tevahiya jiyana xwe li defê bixim.
LUQMAN GULDIVÊ