Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hêzên dewletê di dorpêç û êrîşên çekdarî yên li ser gel de di 4’ê Çile de jinên Kurd qetil kirin. Tîmên taybet di êrîşan de Endama Meclîsa KJA û meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakize Nayir û endama KJA‘yê Fatma Uyar înfaz kirin. Sêvê Demîr jî yek ji van pêşeng, siyasetmedar û têkoşera Kurd bû. Demîr di sala 1974’an de li gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê ji dayik bû. Di sala 1995’an de li gel malbata xwe wekî malbatên Kurd ji ber zilma dewletê koçî bajaroka Sart a Salihliya Manîsayê bûn. Demîr ku li Kurdistanê rastî zilmê hatin, li Manîsayê jî zilma dewletê ji ser serê wan kêm nebû. Sêvê Demîr, li dijî vê zilma dewletê her dem rihê berxwedanê pêş xist û di nava tevgera azadiya Kurdan de cih girt. Dayik û bavê Sêvê Demîr Sakine û Azîz Demîr, jiyana Sêvê vegotin. 


Tu carî li dijî zilmê tawîz neda

Dayika Sêvê Sakine Demîr, anî ziman ku keça wê li dijî zilma dewletê serî netewand û wiha got: “Em ji ber zilma dewletê koçî Manîsayê bûn. Lê li Manîsayê jî zilma dewletê berdewam kir. Sêvê li hemberî vê zilma dewletê serî netewand. Bi zilma dewletê mezin bû û li hemberî vê zilmê rihê berxwedanê pêş xist. Tu carî li dijî zilmê tawîz neda. Dema Sêvê ciwan bû, di nava xebatên HADEP’ê yê hilbijartinê de cih digirt. Dema buroya hilbijartinê vedikirin, kesî cih nedidan buroyên hilbijartinê. Lê Sêvê li hemberî van kesan bertek nîşan da û mala me kiribû buroya hilbijartinê. Vê sekn û berxwedana Sêvê her dem ji aliyê derdorê bi erênî hat dîtin û hezkirina li hemberî wê zêde kir.” 


 MANÎSA