Welatiyê bi navê Ebdullah Mihemed yê ji gundê Girka yê girêdayî navçeya Mabeta a Kantona Efrînê li bajarê Hesekê dima û li wir dixebitî. Piştî ku di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî, berê xwe da Efrînê û êdî li wir bicih bû. Sê zarokên Mihemed hene. Bi baweriya ku ziman nasnameya civakê ye, her gelek bi zimanê xwe tê nasîn û civaka bêyî ziman bêyî welat e, Mihemed berê xwe da Saziya Zimanê Kurdî da ku beşdarî perwerdeyên ziman bibe.
Ji ber zext û qedexeya Rejîma Beas Ebdullah Mihemed ji zimanê Kurdî mehrûm maye û êdî dixwaze zimanê xwe fêr bibe, pê bixwîne û binivîse.
Mihemed hefteyê 3 rojan ji gund diçe bajarê Efrînê da ku fêrî zimanê Kurdî bibe. Piştî 3 mehên perwerdeyê ango piştî bidawîkirina asta yekemîn, Ebdullah Mihemed xewna zarokatiya xwe bi cih anî û fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî bû.
Derbarê xewna xwe û pêkanîna wê de Mihemed got: “Fêrbûna zimanê Kurdî ji bo min xewneke mezin bû, ev xewn piştî ewqas sal êdî pêk hat. Di vê şoreşê de gelek xeyalên gelê me bûne rastî.”
Mihemed dibêje ku ev ne bes e û ew ê xwendina bi zimanê Kurdî dewam bike heta ku hersê astên ziman bi dawî bike.
ARIF SILÊMAN/ ANHA/EFRÎN