Di nav Têkoşîna Azadiyê de xwe ji nû ve afirandin û bi kesayeta xwe têkoşîn pêş xistin… Rastiyek nepen, evîneke sergirtî. Nepeniyeke ku bala her kesî dikişand ser xwe.  Tu kesî ferq nedikir, ew çi balkêşî ye!

Tenê wekî hezkirinek bênav xwe dixist dilê her kesî.
Cara yekem di sala 2002’yan li dola Ş. Harûn min hevala Viyan dît. Cara diduyan di sala 2004’an de di civîneke çapemeniyê de min ew dît. Dîtineke pir balkêş bû ji bo min. Dîtinek ku min nedixwest ji ber çavên min winda bibe. Her liv û lebateke wê ji bo min mijareke hezkirinê bû. Ez hingê pir fikirîm, gelo ev çi taybetmendî û bedewî ye ku bala min tim dikişîne ser xwe! Lê min hingê bersiv nedît. Tenê min ew fikirandin di dilê xwe de girt. Heta pêvajoya Jinûveavakirina PKK’ê, wê balkêşî û hezkirinê xwe di dilê min de veşart mîna rastiya rêheval Viyan a veşartî. Li hemberî kesayetiya rêheval Viyan nêrîna destpêkê wiha bi min re bi pêş ket.   Pir caran hevalên ew nas nedikirin, ji hev dipirsîn; “Ev heval kî ye, çawa ye?” Lê tu kesî wekî hevala Viyan xwe da naskirin, ew nas nekir. Tim dihat gotin; “Ev hevalek cewherî ye, ji dil e, girêdayî ye…” Lê dîsa bêjim, tu kesî wekî wê bersiva rast neda. Ji ber tu kes pê nedihesî ku rêheval Viyan li hemberî paşverûtî û kevneperestiyê rojane çend volkanan di dil û mejiyê xwe de diteqîne, rojane çend hendafan derbas dike, rojane çend zincîran dişkîne. Tenê wê dizanî, ji ber ku hezkirin û dilsoziyek rast tevahî dil û mejiyê wê dorpêç kiribû. Ji bo Rêber APO hezkirin û girêdana rêheval Viyan di dilê xwe de dijî, evîneke veşartî û sergirtî bû.

Têkoşera azadiya jinan

Di wateya rast de nûvejîna evîna Kurd a hemdem bû. Welatê roj û agir bi destanên mirovên xwe ji bo azadî û serbestiya hev feda dikin dagirtî ye. Lewre tê gotin; dema ku ji bo azadiya hev giyaneke xwefedakirinê nebe, ew hezkirin, nabe hezkirin. Rêheval Viyan jî ev wane ji nimûneyên dîrokî girtibû. Wekî lehengeke şanazî Xwedawendên jiyan û azadiyê agir bi ser bedena xwe xist û bi dirûşmên “Bijî Rêber APO!” girêdan û hezkirina xwe ya ji bo afrîneriya jinên azad diyar kir. Lewre hezkirin û lêgerîna ku rêheval Viyan rojane dijî, xemlek pir bi şeml dida sekinandina wê. Di nav Tevgera me ya Azadiyê de civînên mezin ên wekî kongre rastiya kesayetan bi awayekî pir vekirî derdixe holê. Her kesayetek di wan civînan de bi helwest û sekinandinên xwe zelal dibin û xwe didin naskirin.
Piştî ku ez derbasî dibistana PKK’ê bûm, hem di Kongreya PKK’ê de, hem jî di Civata Azadiya Jinan a KJB’ê de em bi hev re bûn. Lê bihevrebûnek bi mesafe. Wekî her hevalekê ez nikarim bêjim ku em pir nêzîkî hev bûn, a min hezkirinek sergirtî û hinekê jî şermok bû. Şopandin û lêgerîna naskirinê hinek bi mesafe bû. Bi qasî ku min nas kir, ew hevalek pir ji dil bû, di dilê xwe de bi giraniya pirsgirêkên me yên rêxistinî û kadroyî dihesiya, ji bo naskirinê li her kesî guhdar dikir. Di mijara netewiyetê de ji her kesî pêşvetir bû. Ji bo wê, di navbera hevalan de tu ciyawaziyek tunebû. Bi ciwanan re ciwan, bi mezinan re giran bû. Di mijara azadiya jinan de ji her kesî zêdetir xwedî lêgerîn bû. Di her liv û tevgereke xwe de berpirsiyar bû. Ji her kesî zêdetir bi giranî û cidiyeta pirsgirêkan dihesiya û li cihên pêwîst bêyî ku tu dudilî û berjewendiyeke şexsî bifikire xwedî helwest bû.
Belê helwestên herî aqilane û cihgirtî. Tê bîra min, dema em di Civata Azadiya Jinan bûn, ji bo pir mijaran hevala Viyan nêrîn û rexneyên xwe anî ziman, her wiha pir pêşniyar jî kirin. Li hemberî nêrîn, rexne û pêşniyarên hevala Viyan yek nêrîneke dijber jî derneket. Di wê demê de me di nav xwe de nîqaş dikir, hevalekê ji min re got; “Ya, ev heval çiqas şareza ye, heta niha yek pêşniyareke wê jî vala derneketiye. Çi dibêje, yekser tê pêjirandin.” Ez li ser vê pir hizirîm, bi rastî jî wisa bû.

Çalakiya lêgera azadiyê bû

Jixwe piştî Civata Azadiya Jinan qediya, hevala Viyan li cem me amadekariyên xwe kir, xatirê xwe ji me xwest û derbasî qada xebatên HPG’ê bû. Di wê demê de her kesî bawerî bi wê xwestek, îdia û morala wê dianî û pir kesan bawer dikir wê di HPG’ê de pêngaveke mezin biavêje. Hîn ez li dibistana PKK’ê bûm, xebera çalakiya heval gihîşt me. Hingê ez pir li ser fikirîm, gelo ev bersiva wê balkêşiya nepen a bênav e? Ya ez lê digeriyam gelo ev bû? Ya rast ez dikarim bêjim ku ev çalakî bersiva rast a wê balkêşiyê ye ku di nav de hezkirin û lêgerîna azadiyê veşartîbû.
Di kesayeta rêheval Viyan de careke din bi awayekî pir vekirî derket holê ku hezkirin û girêdana Rêber APO mirovan bedew û balkêş dike. Mîna pir kesayetên pîroz û dilpak ên wekî Zîlan, Sema û hwd. Bi rastî jî wisa ye, yên ku di dil de bi Rêber APO re rojane 24 demjimêran dijîn, tim mezin dijîn. Tim bi wate dijîn. Rêheval Viyan jî bi wê bedewî, bilindî, dilpakî û lehengiya kesayeta xwe, xwe bi me da naskirin. Bi guriyên ku bi ser bedena xwe xist, dilên bêhiş bûyîn hejand û qîrîna jinên azad careke din bilind kir.Lewma em dibêjin rêheval Viyan niha rêbera jinên lêgerînvan û şervanên azadiyê ye, guriyên bi ser bedena wê ketin, riya me ronî kir û çalakiya wê digel lêxwedîderketin û jiyîna bi Rêber APO re, careke din em vexwendin bilindkirin û pêşxistina têkoşîna jinên azad.



ZOZAN AGIRÎ